Qubad Talebanî behsa wê diyaloga li gel Papa kir

07-03-2021
RÛDAW
Nîşan Papa Francis Papayê Vatîkanê Qubad Talebanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî ku ew jî di merasîma pêşwazîkirina Papa Francis de amade bû, li hejmara xwe ya Twitterê ragihand ku wî bi zimanê Îtalî bixêrhatin li Papa kir.

Di dîmenên wê dema pêşwazîkirinê de li ser bixêrhatinkirina bi zimanê Îtalî Papa Francis keniya û Qubad Talebanî jî dibêje, “Ew a ku Papa pê dilxweş bû, dîtina min bû yan jî şêwazarê Îtaliya min bi wî ecêb hat.”

Papa Francis îro, 07.03.2020, li Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîr û berpirsên din ên Herêma Kurdistanê ve hat pêşwazîkirin. Di dema daketinê de Papa destên xwe ji bo axê dirêj kir û ji Nêçîrvan Barzanî re got, “Xweşhalim ku li vir hev dibînîn.”

 

 

Paşê di civînek de ku  Mesrûr Barzanî, Serokwezîr, Mistefa Seyid Qadir, Cîgirê Serok, Qûbad Talebanî, Cîgirê Serokwezîr û Muna Qehweçî, Sekretera Parlemena Kurdistanê amade bûn, Serok Nêçîrvan Barzanî bi xêrhatina Papayê Pîroz kir û got, “Bi navê hemû pêkhatên gelê Kurdistanê ve gelek bi germî bi xêrhatina cenabê we dikim. Serdana we rûdaneke dîrokî ya mezin e, cihê şerefmendî û xweşhaliya me ye û şanaziya hemû gelê Kurdistane ye.”

Papa Francis paşê li gel Serok Mesûd Barzanî civiya ku li gor daxuyaniya hatiye belavkirin, Papa ji Serok Barzanî re ragihand, “We di dema êrişa DAIŞê de Krîstiyan parastin. We wek bira pêşwazî li birayên xwe yên Krîstiyan kir” û her bi vê sedemê jî spasiyên xwe pêşkêşî Serok Barzanî kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst