Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî: Tenê bo şerê DAIŞê em hevparê HSDê ne

07-03-2020
Vîviyan Fetah
Vîviyan Fetah
Hêzên Amerîkî li şeş bingehan dimînin
Hêzên Amerîkî li şeş bingehan dimînin
A+ A-

Qamişlo (Rûdaw) – Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê Myles Caggins ragihand ku tenê ji bo şerê li dijî DAIŞê ew hevparên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ne, lê eger Tirkiyê careke din êrîş bike, ew eleqedar nabin û midaxeleyê nakin.

Kurd di şerê li dijî DAIŞê de bedeleke mezin li Rojavayê Kurdistanê dane. Ne tenê li navçeyên xwe, ew çûne Reqa, Tebqa, Dêrazorê jî, Kurd hêvî dikirin, êdî Amerîka piştgîriya wan ji aliyê siyasî û gefên derekî jî bike.

Amerîkayê tevî ku beriya niha biryara vekişandinê dabûn, lê heta niha jî hêzên wan li Rojavayê Kurdistanê mane û bi hikumeta Sûriyê re serederiyê nakin, hevalbendiya HSDê tenê di şerê DAIŞê de dikin û peywendiya wan bi êrîşên Tirkiye û çekdarên opozisiyona Sûriyê li ser navçeyê tune ye, lewma ew nabin rêgir li ber êrîşeke nû ya Tirkiyê.

Derbarê vê yekê Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê Myles Caggins ji Rûdawê re got: “Operasyonên me bi tenê li dijî DAIŞê birêve diçin û ew operasyon jî li Dêre Zor û Hesekê ne. Amerîka hevakriyên mirovî pêşkeş dike. Milyonek û 800 hezar dolar me ji bo alîkariyên mirovî destnîşan kirine.

Nêzîkî salekê di ser bidawîhatina DAIŞê re derbas dibe, mana Hevpeymaniya Navdewletî li Sûriye û Iraqê weke ku ew bi xwe dibêje, ji bo rêgirtina li ber dubare derketina DAIŞê ye.

Berpirsê Ragihandina HSDê Mistefa Balî jî got: “Dema em dibêjin ev salek e DAIŞ têkçû ye, ev ji aliyê leşkerî ve ye. Pirsgirêka DAIŞê ne tenê leşkerî ye, di heman demê de pirsgirêkeke îdiolojî ye.”

Berpirsên Rêveberiya Xweser ya li Rojavayê Kurdistanê jî di wê baweriyê de ye ku mana Amerîka li deverê hevsengiya wan a siyasî hem bi hikumeta Sûriyê re û him bi Tirkiyê re radigre û lewma peywendiya bi Amerîka re divê parastî bimîne heya wê dema ki hikumeta Sûriyê, razî bibe mafê kurdan bide.

Derbarê mijarê de serokê berê yê Encûmena Zagonsaz a Rêveberiya Xweser Hekem Xelo jî got: “Hêzên Amerîkî û hêzên navdewletî hebin, ji bo me baş e. Ev yek, ya duyem eger Beşar Esed cidî be, aliyeke garentor hebe ji bo mafê Kurdan biparêze, pêwîstî bi Amerîka û hêzeke din nîne.”

Ji 2 hezaran serbazên Hevpeymaniya Navdewletî tenê 600 serbazên Amrîkî li zeviyên petrolê li Rojavayê Kurdistanê mane. Li gorî amarên HSDê, hêzên Amîrîkî li şeş bingehan dimîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst