Ozçelîk: Îro li meydanê 3 alternatîv hene

07-03-2019
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Kurd Kurdistan Amed Tifaqa Welatperwer û Demokrat Hilbijartinên Şaredariyan Mustafa Ozçelîk Mesûd Tek
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Hevpeymaniya Welatperwer û Demokrat îro li navçeya Yenîşehîr a Amedê ofîsa xwe ya hilbijartinan vekir. Serokê Giştî yê PAKê, Mistafa Ozçelîk jî di merasima vekirina ofîsê de ragihand, îro li meydanê 3 alternatîv hene ku Tifaqa Welatperwer û Demokrat yek ji wan e û bi zelalî ji bo Kurd, Kurdistan û azadiyê xebatê dike.

 

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) û Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) li ser xebatên xwe yên ji bo hilbijartinên xwecihî yên 31ê Adarê di çarçoveya Tifaqa Welatperwer û Demokrat de berdewam in.

 

Di vê çarçobeyê de, Tifaqa Welatperwer û Demokrat îro li navçeya Yenîşehîr a Amedê bi merasimekê ofîsa xwe ya hilbijartinan vekir.

 

Di merasima vekirina ofîsê de, Serokê Giştî yê PAKê, Mustafa Ozçelîk û Serokê Giştî yê PSKê, Mesûd Tek, berbijêrê Tifaqa Welatperwer û Demokrat ê ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Sait Aydogmuş û hejmarek ji endam û alîgirên herdu partiyên PAK û PSKê amade bûn.

 

Serokê Giştî yê PSKê, Mesûd Tek di axaftinekê de ragihand, gelek partî û kesatiyên Bakurê Kurdistanê piştevaniya berbijêrên Tifaqa Welatperwer û Demokrat dikin ku dê di hilbjiartinên 31 vê mehê de beşdar bibin.

 

Mesûd Tek got, ew dê li bajarê Amedê giringî bi ziman û kultura Kurdî bidin û ew dê Amedê wiha lê bikin, ku hêjayî dîroka vî bajarî be.

 

Tek da xuyakirin, eger ew bikarin Amedê birêve bibin, ew yek dê bibe destpêkek ku bikaribin seranserê Bakurê Kurdistanê birêve bibin.

 

Serokê Giştî yê PAKê, Mustafa Ozçelîk jî di merasima vekirina ofîsê de axaftinek kir û ragihand, wan bi avakirina Tifaqa Welatperwer û Demokrat, xwest ku ji bo gel rêyekê vekin.

 

Mustafa Ozçelîk got: “Îro li meydanê  3 alternatîv hene, yek; ewên ku dibêjin şer û dibêjin yek dewlet û yek millet û yek welat û yek al, ya din ku dibêjin cumhuriyeta demokratîk, netewa demokratîk û welatê hevbeş û milletê me di xendekan de fetisandin, ya sêyem jî Tifaqa Welatperwer û Demokrat e, ku dibêje milletê Kurd, dibêje Kurdistan û dibêje azadî. Ji vê zêdetir ti gotin cihê xwe di meydanê de nîne.”

 

Ozçelîk diyar kir, ku ew wek Tifaqa Welatperwer û Demokrat li ser bingeha dijatiye ti kes û aliyekê siyasetê nakin û tekez kir, “lê belê em hene û em di bin siya ti kesî de siyasetê nakin.”

 

Ozçelîk herwiha got ku gelê Bakurê Kurdistanê bi Tifaqa Welatperwer û Demokrat re ye û got, bi baweriya wan, ew yek dê di 31ê Adarê de jî xuya bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst