Zivistana reş dîsan vegeriya Kanîreşê

07-03-2019
RÛDAW
Nîşan Bakurê Kurdistanê Çewlîg Kanîreş Berf Zivistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Kanîreşê ser bi bajarê Çewligê yê Bakurê Kurdistanê barîna berfê berdewam e û zivistana reş careke din vegeriya ye deverê.

 

Li bajarokê Kanîreşê ji şevê din ve berf dibare û bandoreke xirab li jiyana rojane ya welatiyan kiriye.Xelkê navçeyê vê sibê bi berfê ji xew rabûn û dibêjin careke din zivistan vegeriya ye.

 

 

Dikandar berfa ber deriyên dikanên xwe paqij dikin û rêyên 10 gundên ser bi Kanîreşê jî ji ber berfê hatin girtin. Hat ragihandin ku tîmên ser Îdareya Taybet a Qezayê dest bi kar û xebata xwe ya vekirina rêyan kirine.

 

 

Şaredariya Kanîreşê ku 2 meh e bi paqijkirina nav bajarok ve mijûl e, sikak dîsan bi berfê spî bûn. Serokê Şaredariya Kanîreşê Veysî Bingol da zanîn ku heta niha 600 (zêdeyî 110 hezar dolar) hezar lîre li paqijkirina rêyan serf kirine û tîmên wan bê navber li ser karê xwe berdewam in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst