Stêrka siyaseta Tirkmenên Kurdistanê Muna Qehwecî geş dibe

Hewlêr (Rûdaw) - Cîgira Duyem a Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê Muna Qehwecî, ji 15 saliya xwe ve, bi awayekî çalak di nav siyasetê de ye. Qehwecî dibêje: “Sedema serkeftina min ew e ku min bêyî ku cudahiyê têxim navbera pêkhateyên Herêma Kurdistanê, her min xizmeta wan kiriye.”

 

Di hilbijartinên 18ê Sibatê yên Parlamentoya Kurdistanê de, Parlamentera Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Vala Ferîd, bû Seroka Parlamentoyê, dîsa ji PDKê Hêmin Hewramî bû Cîgirê Yekem ê Serokatiya Parlamentoyê û Seroka Fraksiyona Partiya Reformê ya Tirkmen Muna Qehwecî jî bû Cîgira Duyem a Serokatiya Parlamentoyê.

 

Muna Qehwecî 41 salî ye û xwedî 3 zarokên bi navê Mehmûd (9), Mihemed (4) û Mîna (3) ye. Hevjînê wê Abdulqadir Bazirgan jî Serokê Giştî yê Partiya Reformê ya Tirkmen e. Muna Qehwecî jî wek Cîgira Serokê Giştî yê vê partiyê kar dike.

 

Taybetiya Muna Qehwecî ya ku wê ji 4 parlamenterên Tirkmen ên Parlamentoya Kurdistanê cudatir dike ew e ku wê di hilbijartinan de ji gellek navçeyên Hewlêrê dengên herî zêde wergirtiye. Tê îdiakirin ku ji ber Muna Qehwecî nêzîkî PDKê ye, ji girseya wê jî dengan wergirtiye.

 

Muna Qehwecî bi hewî ye

 

Muna Qehwecî ku beşa hiqûqê xwendiye, di 2010an de bi Abdulqadir Bazirgan re zewiciye. Qehwecî 21 sal ji hevjînê xwe piçûktir e.

 

Hevjînê Muna Qehwecî, Abdulqadir Bazirgan, di derbarê hevjîna xwe de ji Rûdawê re diyar kir: “Min, Munayê di 2005an de nas kir. Keçeke zîrek û çalak bû. Di hilbijartinên 2013an de bi fermî, ji bo Parlamentoya Kurdistanê wek namzet hate destnîşankirin. Di navbera min û hevjînên min de pêwendiyeke asayî heye û ez herduyan jî dibînim. Hevjîna min a yekem bi siyasetê re mijûl nabe. Muna hevjîn û dayikeke xwedî berpirsyarî ye.

 

Muna Qehwecî jî da zanîn ku li gel ew siyasetvan e jî, ew dayikeke xwedî berpirsyarî ye. Qehwecî dibêje: “Berpirsyariyên min pir in. Piştî ku ez bûme Cîgira Serokatiya Parlamentoyê, berpirsyariyên min hin zêdetir bûn. Li malê qewraşeke me heye. Bi taybetî berpirsyariya karên malê û yên keça min dike. Lê belê li gel her tiştî jî ez bêtir bi zarokên xwe re mijûl dibim. Bi xwarinên wan mijûl dibim. Dema ez bi zarokan re mijûl nebim, nearam dibim.”

 

Ji serokatiya partiyê ber bi cîgiriya serokatiya parlamentoyê

 

Muna Qehwecî, piştî ku dest bi siyasetê dike, pêşî di Partiya Tirkmen a Bêalî de wek endam, dûre di Partiya Civaka Tirkmen de wek serok, cîgira serok û endamtiya polîtburoyê postan wergirtiye. Piştî ku Serokê Giştî yê Partiya Civaka Tirkmen jiyana xwe ji dest dike, Muna Qehwecî dibe Seroka Giştî ya vê partiyê.

 

Di 2014an de piştî ku Partiya Reformê ya Tirkmen û Partiya Civaka Tirkmen bi navê Partiya Reformê ya Tirkmen dibin yek, hevjînê wê Abdulqadir Bezirgan dibe serokê giştî yê vê partiyê û Muna Qehwecî dibe Cîgira Serok.

 

Di derbarê yekbûna herdu partiyan de Muna Qehwecî wiha axivî: “Di heman malê de hebûna du partiyan çewt bû. Ji ber vê yekê me biryara yekbûnê da. Endamên Serokatiya Partiyê jî bi min re biryara yekbûnê dan û di Konseya Serokatiya Partiya Reformê de cih girtin.”

 

Gelo PDK piştgiriya Muna Qehwecî dike?

 

Di hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê yên salên 2013 û 2018an de lîsta Muna Qehwecî ji 5 hezaran bêhtir deng wergirt û Qehwecî bi serê xwe ji 2 hezaran bêhtir deng wergirt. Hin aliyên siyasî jî vê angaştê dikin ku PDK, piştgiriya Muna Qehwecî û hevjînê wê dike. Muna Qehwecî di derbardê vê angaştê de jî wiha axivî:

 

“Ev angaşt, nebiyên ku li dijî min û malbata min in. Armanc kirêtkirina navê me ye. Hurmeta min ji partiyên Tirkmen ên din re heye, lê belê kesên ku heta niha bûne berbijêr jî diyar in. Wek kesayet, helwesta min a ji bo başkirina derfetên jiyanê ya gelê Kurdistanê diyar e. Min her mafê gel parastiye û ez diparêzim. Heta niha yek berbijêrekî Tirkmen ên di lîstên Turkmenan de weke min xizmetê nekiriye. Ji ber xebatên min gelê Kurdistanê piştgirî da min.”

 

Di derbarê angaştên ku Pêşmergeyan dengên xwe dane wê de jî Muna Qehwecî got: “Li gel mafê Tirkmenan, min herdem mafê Pêşmergeyan, mafê endamên ewlehiya hundirîn û asayîşê parastiye. Ji ber vê yekê jî ji 4 bajarên Kurdistanê jî ji bo min deng hatin dayîn.”

 

Qehwecî, destnîşan kir ku hemû Tirkmenan ji ber ku ew bûye Cîgira Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê, piştgirî dane wê.

 

Endamê Bereya Tirkmen a Iraqê (ITC) Aydin Marûf jî di derbarê cîgirtiya Muna Qehwecî de wiha axivî: “Ji ber ku di Dîwana Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê de ji bo Tirkmenan jî post hate dabînkirin em kêfxweş bûn. Muna Xan, bêyî biryara hevpar a Tirkmenan, xwe wek berbijêra Cîgiriya Duyem a Parlamentoya Kurdistanê ragihand. Di dengdanê de jî wê pirtir deng wergirt. Ji ber vê yekê jî ew berbijêra Kurdistanê ye.”

 

Aydin Marûf, da zanîn ku Muna Qehwecî gelek caran serdana wan kiriye û destnîşan kiriye ku ji bo Dîwana Serokatiyê ew dê bibe berbijêr. Marûf got: “Me jî bi biryareke hevpar xwest ku berbijêrek hevpar bê hilbijartin. Lê Muna Xan ji me re got; ‘Hun jî dikarin berbijêrekî destnîşan bikin. Kê bêhtir dengan wergirt dê bê hilbijartin.’ Lê belê parlamenterên PDKê piştgirî dane wê.”