ENKS: Asayişa Girkê Legê endamekî PDK-Sê îşkence kiriye

Hewlêr (Rûdaw) – Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) îşkencekirina endamekî PDK-S ji aliyê hêzên asayîşa Rojavayê Kurdistanê ve şermezar kir.

 

Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) di daxuyaniyekê de ragihand êvara sêşemê 5ê vê meha Adarê hêzên Asayişa Rêveberiya Xweser endamê Komîteya Nevçeyî ya Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriya (PDK-S) Cindê Seyid Mecîd ji ber mala wî li bajarokê Girkê Legê birine cihekî nediyar û ew bi tundî îşkence kirine, piştre ew avêtine navçeyeke nêzîkî sînorê Başûrê Kurdistanê û di rewşeke xirab de hiştine.

 

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) di daxuyaniya xwe de daxwaz ji Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) kiriye ku van kiryaran rawestîne û bang li rêxistinên mirovî dike ku ku rê li ber van kiryaran bigirin.