Li Sêwazê otobûs wergeriya: 32 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) -  Li navçeya Kamîlava (Îmranli) ya Sêwaza Bakurê Kurdistanê otobûsa rêwiyan wergeriya û di qezayê de 32 kes birîndar bûn.

 

Li gor agahiyên berdestotobûsa rêwiyan a ku Gurkan Çelîk (42) diajot, plaqeya wê 16 ABN 467 e û ji Erziromê diçû Enqerê, li nêzîk gundê Kemrelî yê navçeya Kamîlavayê wergeriya.


Bo cihê qezaye çend ambulans, tîmên tenduristî û xelaskirinê hatin şandin.


Hin birîndarên ku di otobûsê de asê mabûn, ji aliyê tîman ve hatin derxistin.


Di qezayê de şofêr û ji rêwiyan Fadime û Behçet Karsli, Mehmet Karataş, Caner û Erol Irmak, Abdulkadîr Kaya, Fatma (49) û Suat Çelîkkol (54), Mustafa Yenîgul (22), Hîlal (29) û Berat Akarsu (21), Hulya Akarsu Kuçuk (36), Yasemin Aykut (32), Hatîce Akin (49), Alîme Yalçin, Sevgî Tank, Cengiz Ugraç, Mehmet Yildirim, Ensar Guney, Gokhan Aygun, Elîf Soylemez, Omer Erkan Yançi, Salîm û Nahîde Yaşar, Alî Seslîkaya, Hakan û Evrîm Oze Altunel, Mehmet Ugur Oguz, Şener Gurbuz, Sefa Şahîn û Omer Baygutalp birîndar bûn.


Birîndar rakirin Nexweşxaneya Nimûneyê, Nexweşxaneya Lêkolîn û Sepandinê ya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Cumhuriyet û Nexweşxaneya Navçeya Îmranliyê.