Çîroka Erîwan: Yekem şehîdê serhildana Silêmaniyê

07-03-2018
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Silêmanî Serhildan Kurdistan iraq
A+ A-

Silêmanî (Rûdaw) – Wê roja Silêmaniyê biryar da dijî rejîma Basê serhildanê bike, ne rojeke normal bû. Di nav xelkê serhildanê de ciwanekî şanoger dixwest wek yekem kes xwe bighîne baregahekî emniyetê û zilamên Sedam Hûsên, lê ket xefka qenasbidestan û bû yekem şehîdê serhildana Silêmaniyê.


Di vê derbarê de Kawa Mihemedê hevalê Erîwan wiha dibêje: “We demê em hejmarek xort bûn û bi bilindkirina sloganan hatin vê derê, ji nişka ve teqe hat kirin û guleyek li sînga wî ket û şehîd bû.”


Heta niha jî wek pêwist xelk yekem şehîdê serhildanê nasnakin. Wî xortê 27 salî piraniya kêliyên temenê xwe bi şano û projeyên hunerî yên wê serdama Silêmaniyê derbas kiribû. Şanogerek ku dixwest serdema piştî Sedam Hûsên bibîne û bi awayekî azad li ser dika şanogeriyê biaxife.


Wê rojê Newroz Mangir ligel Erîwan bû dema şehîd dibe. Newroz wiha qala wê rojê dike: “Me Erîwan xist nav pîkabekê û me ew anî mala wan ku li vê taxê bû. Ez bi xwe neçûm hundir, ji ber min nedikarî dengê giriyê dayîka wî bibihîzim.”


Cenazeyê Erîwan heta çend rojan li mizgeftekê dimîne, daku bajar hinekî aram bibe, Basî û paşmayên wan ji bajêr bên derxistin. Piştî arambûnê cenaze vediguhêzin Goristana Seywan û li wir dispêrin axê.


Birayê Erîwan, Dr. Merîwan Umer jî wiha behsa wan rojan dike: “Erîwanê birayê min rojek berî bûyerê ji min re got ku ji bo vê axê şehîd dibim, ji ber wî herdem di karê xwe yê hunerî de behsa azadî û Kurdayetiyê dikir. Birayê min yekem şehîdê serhildana Silêmaniyê bû ji ber yekem guleya serhildanê li wî ket. Em şanaziyê pê dikin.”


Erîwan Umer Dewlet, li Taxa Îbrahîm Paşa ya bajarê Silêmaniyê ji dayîk bû û hunermendekî xweya yê Silêmaniyê bû. Di salên 1980an de wek derhêner û akter beşdarî çend karên şanogeriyê bûye û beşdarî dramaya Jale jî bûye. Dema tê şehîd kirin 27 salî dibe. Niha jî ku sala 2018ê ye 27 sal di ser serhildana bajarê Silêmaniyê re derbas dibe.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst