Çalakiyên 8ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê berdewam in

Amed (Rûdaw) - Pîrozbahiyên 8ê Adarê roja cîhanî ya Jinan, ji 1ê Adarê ve dest pê kirine û li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê dewam dikin. Lê çalakiyên jinan heta niha gelek caran rastî destwerdan, êrîşên polîsan û hêzên ewlekariya Tirkiyê hatine. Jin dibêjin tevî van destêwerdanên polîsan jî, ewê Newrozê jî bi heman rih pîroz bikin.

 

Pîrozbahiyên 8ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê li tevahiya bajarên Bakurê Kurdistanê berdewam dikin. Li gorî bernameyên platformên jinan ên îsal, di navbera 1 û 10ê Adarê de li gelek deverên Bakurê Kurdistanê wê mitîng û çalakiyên cûr bi cûr werin sazkirin.

 

Platforma Jinan a Amed Dîcleyê diyar kirin ku îsal jin 8ê Adarê di şert û mercên rewşa awarte, zext û dorpêçkirinên polîsan  de pêşwazî dikin.

 

Endama Platforma Jinan a Dîcle Fevziye Sumer ji Rûdawê re wiha got: “Sala 2018ê dê biba sala azadiya jin e. Jixwe jin jî azadiyê dixwaze, lê niha em dibînin ku desthilatdarî zextên giran ser jinan dikin. Ji keç û jinan biger heta zarokan dest dirêjî li wan tê kirin. Ji bona bihêzbûnê li her gun, kolane, cade û bajar çalakiyên dê bêne kirin.”

 

Platform û çalakvanên jin diyar dikin ku dewlet bi hişmendiya mêrane tev digere û li dijî jin û zarokan tawanan dike, bi sedan jin girtine lê tawanên ku mêr dikin, nabine û mêran diparêze. Ji lewma em bang li hemû jinan dikin ku li dijî polîtîtîkayên tundiyê bêdeng nemînin û ji bo çalakiyên 8`ê Adarê dakevin qadan.

 

Herwiha jin dibêjin ku dê ew çalakiyên 8ê Adarê 10 rojan bidomînin û ewê her qadeke mitîng û çalakiyên 8ê Adarê veguherînin bajarê jinê.

 

Çalakiyên jinan ên ku ji 1ê Adarê destpêkirine heta niha gelek caran rastî destwerdan, êrîşên polîsan û hêzên ewlekariya Tirkiyê hatine lê jin dibêjin tevî van hemî kirinên polîs û dewleta Tirkiyê ya li beranberî jiana jî, dê ew Newrozê jî bi heman rihê 8ê Adarê pîroz bikin.