YPG: Li Şera 20 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin

07-03-2018
RÛDAW
Nîşan Efrîn Êriş Tirkiye Şera YPG
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Yekîneyên Parastina Gel (YPG) kuştina 20 leşkerên Tirkiyê û têkşikandina tankekê ragihand.

 

Di roja 47emîn êrîşa ser Efrînê de, şer û pevçûnên dijwar li her du deverên Şera û Cindirêsê berdewam in. Çavkaniyên YPG eşkere kirine ku şerê giran di devera Şera ya Efrînê de hêj berdewam e.


Medya nêzîk Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand ku li gundê Meşalê û derdora gundê Qitmê yên navçeya Şera di navbera şervanên YPG/YPJ û artêşa Tirkiyê û çekdarên dijbereya Sûriyê yên girêday Enqerê şer berdeam e.


Hat ragihandin ku şervanên YPG/YPJê 20 leşkerên Tirkiyê û çekdarên dijbereya Sûrî kuştine û otomobîleke leşkerî û tankek jî jinav birine.


Ji aliyê din çavkaniyên Tirkiyê jî dane xuyakirin ku hêzên wan gundê Kefer Cinne li Şerayê kontrol kirine.


Li gor çavkaniyên xwecihî, ji duh ve û heta îro, hêzên Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê yên ser bi Tirkiyê balafirên wî welatî gundê Meskeya Jorîn a ser bi Cindirêsê bombebaran dikin. Li gor heman çavkaniyan, di topbaranê de, li gundê Kortikê welatiyekî sivîl bûye qurbanî.


Bi gotina çavkaniyên xwecihî niha tenê 8 kilometre mane ku artêşa Tirkiyê bigihêje ser sînorên navenda bajarê Efrînê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst