Almanyayê bo Herêma Kurdistanê bi demkî vîze ragirt

07-03-2018
RÛDAW
Nîşan Almanya Shengen Vîze Kurdistan
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Konsulxaneya Almanyayê ya Hewlêrê ragihand ku serlêdanên vîzeya wî welatî bo heyamakê ji Herêma Kurdistanê re hate ragirtin.

 

Li gor daxuyaniya a Konsulxaneya Almanyayê ya Hewlêrê ku ser malpera wê ya fermî hate weşandin, şirketa iDATA ya serlêdanên vîzeya Shengenê qebûl dikir, ji roja Duşemê (05.03.2018) ve xebatên vîzeyê daye rawestandin.


Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku serlêdana vîzeya Almanyayê ji bo welatiyên Herêma Kurdistanê dê 18ê Adarê 2018ê ji aliyê şirketa VFS Globalê ve bê destpêkirin.


Kesên berî 5ê Adarê bo vîze navê xwe tomarkirine mafê wan hate parastin û dê heta 27ê Hezîranê qewl bide wan.


Li gorî vê biryarê welatiyên Herêma Kurdistanê heta 18ê Adarê 2018ê nikarin bo vîzeya Almanyayê serlêdanê bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst