8ê Adarê bi giyana Şîfa Gerdî tê pêşwazîkirin

07-03-2017
RÛDAW
Nîşan Şîfa Gerdî 8ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê Silêmanî
A+ A-

Silêmanî (Rûdaw) – Weke hersal îsal jî 8ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li Kurdistanê bi germî tê pîrozkirin. Lê îsal ev roj bi êşa wendakirina stêrka medyaya kurdî Şîfa Gerdî tê pêşwazîkirin.

 

Li bajarê Silêmaniyê rojnamevana diyar a Tora Medyaya Rûdawê şehîd Şîfa Gerdî dibe rojeva sereke ya rêwresmên Roja Jînên Kedkar ên Cîhanê, ku ji aliyê Kovara Jin Magazîn ve tê birêxistinkirin.   

 

Li gorî bernameya merasîmê dê Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talabanî, dîplomatkarên biyanî û rêxistinên jinan jî beşdarî vê çalakiyê bibin.

 

Di merasîmê de derbarê şehîd Şîfa Gerdî de dokûmanter bê nîşandan û gotar bê xwendin û herwiha xelata rêzgirtinê bidin malbata şehîd Şîfa Gerdî.

 

Biryare merasîn demjimêr 15:00ê roja Çarşemê li Hola Sînema Salim a li Sîlêmaniyê dest pê bike. Rûdaw jî dê bi zindî rûmala vê merasîmê bike.

 

Şehîd Şîfa Gerdî, yek ji stêrka medya kurdî bû û ji destpêka karê Tora Medyaya Rûdawê ve amade bû.

 

Roja 25ê Sibata 2017ê li Mûsilê di dema romalkirina şer de bombeyeke vedayî di tîma Rûdawê de teqiya û di encamê de Şîfa Gerdî şehîd bû, kameramanê wê Yûnis Mistefa jî birîndar bû.

 

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst