Balyozên welatên “G-7” ji bo rewşa Kurdistanê li Hewlêrê ne!

07-03-2016
RÛDAW
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw) – Hat zanîn ku balyozên 7 welatên bihêz ên cîhanê li Bexdayê, ku wek “G-7” tê nasîn, li Hewlêrê ne û dê bi rayedarên Herêma Kurdistanê re hevdîtin bikin.  

Li gorî agahiyên Rûdawê, balyozên Amerîka, Brîtanya, Kanada, Almanya, Îtaliya, Japonya, şandeke Yekitiya Ewropayê û nûnerê Banka Navdewletî hatine Hewlêrê û dê birayedarên Kurdistanê re hevdîtin bikin.

Tê gotin ku nûnerên wan welatan dê destpêkê bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re paşê jî bi Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin bikin, civîna hevdîtinan jî rewşa Başûrê Kurdistanê, kirîza aborî û şerê DAIŞê ye.

Di civînê de, nûnerê YNKê jî beşdar dibe.


Balyozên welatên G-7 li Balafirgeha Hewlêrê...













Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst