Li Erdexanê metreyek berf bariya: Çûn û hatina li nav bajêr rawestiya

07-02-2024
RÛDAW
Nîşan Erdexan Berf
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navenda parêzgeha Erdexanê ya Bakurê Kurdistanê, îro nêzîkî metreyekê berf bariya.

Li parêzgeha Erdexanê du roj in li ser hev berf dibare û sermayeke zêde heye.

Li navenda bajêr stûrbûna berfê gihişte 96 santîmetreyan û otomobîl di bin berfê de man.

Çûn û hatina li nav bajêr rawestiya û welatî bi peyatî li kolanan bi zehmetî meşiyan.

Hinek welatiyan jî li ser rêyên bajêr kaşûn kir.

Tîmên Şaredariyê, tîmên Îdareya Taybet a Bajêr û tîmên Saziya Rêyên Bejahiyê ya Erdexanê, kolan û rêyên bajêr paqij dikin.

2 axur hilweşiyan

Li gundê Kinziyê yê Erdexanê ji ber berfê 2 axur hilweşiyan û di encam de 3 ajelên mezin mirar bûn.

Ji aliyê din ve, li tevahiya parêzgeha Erdexanê ji ber berf û pûkê, îro dibistan hatin girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst