Di erdhejê de 100 mirovên wî mirin: 'Dem ji bo me rawestiya'

07-02-2024
RÛDAW
Di erdhejê de 100 mirovên Arîf Anaç mirin
Di erdhejê de 100 mirovên Arîf Anaç mirin
Nîşan Erdhej Semsûr 6ê Sibatê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji bo gelek rizgarbûyên erdhejên 6ê Sibatê, demjimêr hîna li ser 04:17 xulekan rawestiyaye û ji wê kêliyê derneketine û tiştek di jiyana wan de neguheriye.

Welatiyê bi navê Arîf Anaç, di her du erdhejên 6ê Sibata 2023yan de li Semsûrê keça xwe û zavayê xwe tevî neviyên xwe ji dest dan.

Li gel nas û dostên wî, bi giştî 100 kesên ku berê rojane didîtin, niha nemane.

Arîf Anaç got ku piştî erdhejê dem ji bo wî rawestiya û ji ber wê jî saeta ku ev 25 sal in di destê wî de ye, li ser demjimêr 04:17 xulekan rawestandiye.

“Yên ku mirine rizgar bûn û çûn lê yên mane mirî ne”

Welatiyê ji Semsûrê Arîf Anaç got:

“Yên ku mirine rizgar bûn û çûn lê yên mane û dijîn, mirî ne. Ji ber dema radibe, ne dayik, ne hevjîn, ne zarok, ne heval û ti kesek ku pê re dijiya nîne.

Welat hilweşiyaye. Kevir li ser kevir nemaye.”

Erdhejên 6ê Sibatê ne tenê li Semsûrê li 10 parêzgehên din ên Tirkiye û Bakurê Kurdistan derzên kûr di dilê bi milyonan welatiyan de bi cih hiştine.

Asim Tutar jî li navçeya Bazarcixê ya Mereşê her sê zarok û hevjîna xwe di bin kavilan de ji dest dan.

Ew bi çavên girî di salvegera erdhejê de li ber wî kavilê ku ji hemû malbata wî re bûye goristan li biranînan dinêre.

“Ez sê rojan qîriyam lê kesî dengê min nebihîst”

Asim Tutar got:

“Ez piştî 72 demjimêran, piştî 3 rojan hatim rizgarkirin. Ez sê rojan qîriyam kir lê kesî dengê min nebihîst û min hewl dida dilê zarok û hevjîna xwe xweş bikim. Wan jî tenê 2 rojan li ber xwe da.

Piştre ez tenê mam. Rewşeke pir zehmet bû û nayê gotin. Divê tu bijî û Xweda neyîne serê kesî.”

Li gorî amarên fermî, di erdehejên 6ê Sibatê de herî kêm 53 hezar û 537 kesan canê xwe ji dest da û 107 hezar û 213 kes jî birîndar bûn.

Tevî ku salek di ser erdhejê re derbas bûye jî heta niha bi hezaran kes bê serûşûn in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst