Ji Metîner û Ramanli banga Kurdî: ‘Bila perwerdeya Kurdî ji bo Kurdan bibe mecbûrî’

07-02-2024
RÛDAW
Nîşan Dersa Kurdî Zimanê Kurdî Serkan Ramanli Mehmet Metîner
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Parlamenterê HUDA PARê yê Êlihê Serkan Ramanli û Parlamenterê berê yê AK Partiyê Mehmet Metîner, ji bo dersa Kurdî ya bijarte bangî malbatan kir.

"Bila hilbijartin li aliyekî bimîne"

Serkan Ramanli li ser hesabê xwe yê Xê wêneyên serdana dibistanan parve kirin û nivîsiye:

“Heyama nû ya xwendinê li ser xêrê be. Bila hilbijartin li aliyekî bimîne, em destpêkê Kurdî bi zarokên xwe bidin hezkirin û fêrkirin.

Em hem ji destpêkirina heyama nû ya perwerdeyê û hem jî ji bo balkişandina ser dersa Kurdî ya bijarte çûn Dibistana Navîn a Kazim Karabekir a TOKIyê û Dibistana Navîn a Cumhuriyetê.”

"Bila Kurdî ji bo Kurdan mecbûrî be"

Mehmet Metiner jî peyama Ramanli li ser hesabê xwe yê Xê parve kir û got:

"Hesasiyeta we hêjayî pesindanê ye. Di heyama nû de hêvî û daxwaza min ew e, Kurdiya me wekî Tirkî li dibistanên dewleta me ji bo zarokên Kurdan bibe mecbûrî û ji bo zarokên me yên Tirk jî bibe dersa bijarte.”

Serlêdanên dersa Kurdî ya bijarte li polên 5-6-7 û 8an dê heta 12ê Sibata 2024an berdewam bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Îsmaîl Beşîkçî û Nêçîrvan Barzanî /Wêne: Serokatiya Herêma Kurdistanê

Nêçîrvan Barzanî spasiya Îsmaîl Beşîkçî kir

ku Nêçîrvan Barzanî ji ber ku li ser Kurdan lêkolîn kirine û di bidestxistina mafên xwe de piştgiriya gelê Kurd kiriye spasiya Îsmaîl Beşîkçî kir