Nêçîrvan Barzanî û Yaşar Guler civiyan

07-02-2024
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Yaşar Guler Hewlêr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler li Hewlêrê civiyan.

Nûçegihanê Rûdawê Bextyar Qadir da zanîn ku dê di hevdîtinê de pêwendiyên Hewlêr û Enqereyê û rûdanên li herêmê werin nirxandin.

Li gorî agahiyan, Yaşar Guler dê di çarçoveya serdana xwe de bi Serok Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re jî bicive.

Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler piştî serdana xwe ya Bexdayê, doh êvarî hat Hewlêrê.

Di şandeya Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê de ji bilî Yaşar Guler, Sererkanê Artêşa Tirkiyeyê Metîn Gurak jî cih girt.

Yaşar Guler û şandeya pê re li Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê ji aliyê Wezîrê Pêşmergeyan Şoriş Îsmaîl û Berpirsê Karûbarên Derve yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ve hatin pêşwazîkirin.

Yaşar Guler di çaroveya serdana xwe ya Bexdayê de, bi Serokkomarê Îraqê Letîf Reşîd, Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî, Wezîrê Parastinê yê Îraqê Sabit Mihemed Seîd Riza El Ebasî û Wezîrê Karên Navxwe Ebdulemîr Şamarî re civiyabû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst