Dîlok: Karkerên tekstîlê dest ji kar berda

07-02-2024
RÛDAW
Nîşan Dîlok Karker
A+ A-

Dîlok: Karkerên tekstîlê dest ji kar berda

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê karkerên beşa tekstîlê ya Kargeha Mîlat Haliyê dest ji kar berda.

Karkeran diyar kir ku daxwazên wan nayên bicihanîn û sozên ji wan re hatine dayîn nehatine bicihkirin.

Karkerên beşa tekstîlê ya Kargeha Mîlat Haliyê dixwazin xwestekên wan werin bicihanîn.

Karkeran ji bo ku dîsa dest bi kar bikin çend xwestek pêşkêş kirine.

 Daxwazên karkeran bi vî awayî ne:

- Zêdekirina mûçeyan ji sedî 52 bibe ji sedî 65.

- Mehên ku 31 roj bin mûçeyê wê rojê jî bê hesibandin.

- Dema li ser daxwaza xwediyê kar derdikevin destûrê û rojên dawiya hefteyê yên ne li ser kar in, prîmên ku li ser kar in wergirin.

- Ferqa ezmûna kar û her du cejnan bexşîn bê dayîn.

- Karkerên beşdarî çalakiyê bûn ji kar neyên derxistin.

Karker dibêjin heta ev daxwazên wan neyên bicihanîn ew dê çalakiya xwe berdewam bikin.

Karkeran îro serê sibehê li gel rêveberên kargehê hevdîtinek kir. Li gorî agahiyan ji hevdîtinê encamek derneketiye.

Tê gotin ku Serokê Giştî yê BIRTEK-SENê Mehmet Turkmen jî bi karkeran re hevdîtinek kiriye lê derbarê naveroka hevdîtinê de ti agahî nehatine belavkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst