Şêwirmendê Serokwezîrê Îraqê: Îranê ji bo îdiayên xwe delîl pêşkêş nekirin

07-02-2024
RÛDAW
Fadî El Şemerî têkildarî êrişê ji pêşkeşkarê Rûdawê Nwêner Fatîh re axivî
Fadî El Şemerî têkildarî êrişê ji pêşkeşkarê Rûdawê Nwêner Fatîh re axivî
Nîşan Îran Herêma Kurdistanê Îraq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Şêwirmendê Serokwezîrê Îraqê Fadî El Şemerî têkildarî êrişa Îranê ya li Hewlêrê got: “Tehranê ji bo îdiayan xwe heta niha ti delîl pêşkêş nekirine.”

Supaya Pasdaran a Îranê 15ê Sibatê derdora saet 23:30î bi deh mûşekan êrişî Hewlêrê kir û pênc ji van mûşekan li mala karsazê Kurd Pêşrew Dizeyî ketin.

Di vê êrişa Îranê de Pêşrew Dizeyî, karsazekî Îraqî yê Xirîstiyan Kerem Mixayîlê ku dema êrişê mêvanê Pêşrew Dizeyî bû û keça Pêşrew Dizeyî ya bi navê Jîne canê xwe ji dest da.

Şêwirmendê siyasî yê Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî, Fadî El Şemerî têkildarî êrişê ji pêşkeşkarê Rûdawê Nwêner Fatîh re axivî.

Şemerî diyar kir ku Tehranê heta niha ji bo îdiayên êrişa li Hewlêrê ti delîl pêşkêş nekirine û got:

“Komîteyeke me ya lêpirsînê heye. Ev komîte di bin serokatiya Qasim El Erecî û saziyên me yên ewlehiyê de hatiye avakirin.

Komîteya me ji bo pêşkêşkirina rapora têkildar bûyerê amadekariyên xwe yên dawî dikin.

Komîte di heman demê de ji bo bidestxistina delîlan jî hewl dide.”

“Îdiaya baregeha Mossadê bêbingeh e”

Şêwirmendê Asayîşa Neteweyî ya Îraqê Qasim El Erecî piştî êrişê bi şandyeke bilind re ji bo nirxandina encamên bombebarana Îranê hat Hewlêrê.

Erecî piştî ku li mala Pêşrew Dizeyî lêkolîn kirin got ku îdiayên baregeha Mossadê bêbingeh e.

Şemerî diyar kir ku di encama bûyerê de lihevkirina Hikûmeta Federal a Îraqê û Herêma Kurdistanê jî ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera wan de bû derfet.

Şêwirmendê Siyasî Şemerî got:

“Êrişa dawî hevgirtineke mezin di navbera Bexda û Hewlêrê de çêkir.

Di peyama Hikûmeta Federal a ji bo Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî de, li hemberî êrişê nerazîbûneke eşkere û zelal bû.”

Şemerî da zanîn ku rojek piştî êrişê, Wezareta Karên Derve ya Îraqê ji bo protestokirina êrişên Supaya Pasdaran a Îranê, bi awayekî fermî giliya xwe pêşkêşî Encûmena Asayîşa Navdewletî kir.

Şemerî herwiha destnîşan kir ku pêwistiya Îraqê bi hebûna Hevpeymaniya Navdewletî nîne û got:

“Em wisa difikirin ku Hevpeymaniya Navdewletî dem bi dem ji erkên xwe dûr dikeve.

Ji ber vê yekê êrişên ku di demên cuda de hatine kirin, bi taybetî êrişên vê dawiyê, bûn sedema jiyana xelkê bêguneh.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst