Qûbad Talebanî û Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê li Hewlêrê civiyan

07-02-2024
RÛDAW
Nîşan Qûbad Talebanî Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qûbad Talebanî bi Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler re civiya.

Li gorî zanyariyên nûçegihanê Rûdawê, di civîna ku li Hewlêra paytext hat lidarxistin de, pêşhatên herêmî û herwiha pêwendiyên Tirkiye û Îraq û Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.

Di daxuyaniya Wezareta Parastinê yê Tirkiyeyê de hat gotin:

“Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler li Hewlêrê tevî Sererkanê artêşa Tirkiyeyê Metîn Gurak hevdîtinên xwe didomîne.

Wezîr Yaşar Guler bi Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qûbad Talebanî re jî hevdîtinek pêk anî.”

Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler û şandeya pê re destpêkê bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Serok Mesûd Barzanî re civiya.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst