Nêçîrvan Barzanî ji bo yekkirina Pêşmerge peyamên girîng dan

07-02-2024
RÛDAW
Nêçîrvan Barzanî ji bo yekkirina Pêşmerge peyamên girîng dan
Nêçîrvan Barzanî ji bo yekkirina Pêşmerge peyamên girîng dan
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Hêzên Pêşmerge
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku navê Pêşmerge pîroz e û tekez li ser wê yekê kir ku divê gavên bilez û cidî ji bo yekxistina Hêzên Pêşmerge bên avêtin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi merasîmekê rûtbeyên 5 pêşmergeyên payebilind ên ku bûn general pêşkêşî wan kirin.

Nêçîrvan Barzanî ji boneya erkê nû fermandeyên Pêşmerge pîroz kirin û serkeftin ji wan re xwest.

Barzanî herwiha bal kişand ser serkeftina pêvajoya çaksaziyê di nav Wezareta Pêşmerge de û giringiya yekxistina Hêzên Pêşmerge.

Nêçîrvan Barzanî di heman demê de got, "Pêşmerge navekî pîroz e" û diyar kir ku divê berî her tiştî Pêşmerge dilsozê ax, welat û gel be.

Barzanî teqez kir ku divê gavên bilez û cidî ji bo yekkirina Hêzên Pêşmerge bên avêtin û piştevaniya ji bo wê pêvajoyê nîşan da.

Fermandeyên Pêşmerge jî spasiyên xwe pêşkêşî Nêçîrvan Barzanî kirin û soza dilsozî û xizmetkirina ji bo axa Kurdistanê dan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst