Li Amedê agir bi malekê ket: 6 kes bi jehrê ketin

07-02-2024
RÛDAW
Nîşan Amed Agir
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Sûrê ya Ameda Bakurê Kurdistanê, agir bi malekê ket û di encamê de 6 kes ji ber dûxanê bi jehrê ketin.

Li Taxa Lalebeyê ya Sûrê, şeva borî ji ber sedemeke nediyar agir bi qatê duyemîn ê xaniyekî duqatî ket.

Li ser agahdarkirinê tîmên agirvemirandinê, tîmên tenduristiyê û hêzên ewlehiyê çûn cihê bûyerê.

Agir di encama xebatên tîmên agirvemirandinê û welatiyan de hat vemirandin lê kelûpelên malê zerereke zêde dît.

Ji ber agir 6 kesên di mal de bi jehrê ketin.

Tîmên tenduristiyê kesên ku bi jehrî ketine veguhastin nexweşxaneyên cuda yên bajêr.

Hat zanîn ku rewşa tenduristiya 6 kesên bi jehrê ketine baş e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst