Nebatî bo Rûdawê: Li ser medyaya civakî nûçeyên derew belav dibin

07-02-2023
RÛDAW
Nîşan Erdheja Mereşê Nurettin Nabatî Riha
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Xezîne û Darayî yê Tirkiyeyê Nurettin Nabatî li Rihayê ragihand ku “Pirsgirêka li vir ew e ku nûçeyên derew li ser medyaya civakî bilav dibin. Bi taybetî em ji welatiyên xwe daxwaz dikin ku ji bo vê yekê cidî negirin, her cure agahiyên AFAD’ê li ber çavan bigirin.”

Li Rihayê ji ber erdheja bi bihêz 7,7an pile ku navenda wê Mereş bû, gelek avahî hilweşiyan.

Wezîrê Xezîne û Darayiyê yê Tirkiyeyê Nurettin Nabatî ji bo xebatên lêgerîn û xilaskirinê yên ku li avahiya hilweşiyayî ya li Kolana Yunus Emre ya Taxa Veysel Karani hat kirin bibîne serdan wê derê kir.

Nurettin Nabatî li wir bersiva pirsên Peyamnêrê Rûdawê Maşallah Dekak da û ji welatiyan xwest ku li şûna nûçeyên derew ên li ser medyaya civakî belav bûne, daxuyaniyên AFADê bidin ber çavan.

Nabatî got: “Em ji sibê ve li vir in. Em bi parêzgerê xwe, Şaredarê Bajarê Mezin û hemû ekîbên xwe re di nava koordîneyekê de dixebitin. Pirsgirêka li vir nûçeyên derew ên li ser medyaya civakî belav dibin. Bi taybetî em ji welatiyên xwe alîkariyê dixwazin ku vê yekê cidî negirin, tenê daxuyaniyên AFADê bila cidî bigirin.”

Bi gotina Nebatî li Rihyaê her tişt di bin kontrolê de ye û got: “Mixabin di avahiyan de şehîd hebûm, me niha ew derxistin. Birîndar hatin derxistin û dermankirina wan li nexweşxaneyê didome. Gelek kes ne ji ber erdhejê lê di dema ku reviyan de birîndar bûne. Heta niha li nerxweşxaneyan ti qelebalixiyek nînen û nexweşxaneyên me amade ne. Şaredariya me ji bo dabeşkirina şorbê û nan gavên pêwîst diavêje. Em di nobetê de ne.”

Nebatî diyar kir ku ji gelek parêzgehan ekîbên AFADê çûne bajêr û destnîşan kir ku polîs, cendirme, UMKE û ekîbên din 24 saetan xebatên xwe dimeşînin.

Nabatî li ser pirsa peyamnêrê me ya derbarê hejmara kuştî û birîndaran de got: “48 kesan canê xwe ji dest dane û 103 kes birîndar bûne û rewşa 14 kesan ne baş e.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst