Li Rihayê jineke Sûriyeyî ji bin kavilên avahiyekê hat rizgarkirin

07-02-2023
RÛDAW
Nîşan Erdheja Mereşê Riha Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê piştî 22 demjimêran ji erdhejê jineke Sûriyeyî ji bin kavilên avahiyeke hilweşiyayî hat derxistin.

Roja Duşemê 6ê Sibata 2023ê demjimêr 04:17 deqe erdhejek bi hêza 7.7 pile ku navenda wê navçeya Bazarcixa Mereşê bû çêbû û li bajarên Mereş, Amed, Riha, Semsûr, Meletî, Kilîs û Dîlok ên Bakurê Kurdistanê û bajarên Hatay, Edene û Osmaniye yên Tirkiyê bû sedema mirin û birîndarbûna bi hezaran kes.

Li parêzgeha Rihayê hewlên rizgarkirina xelkê ji bin kavilên avahiyên hilweşiyayî berdewam in.

Tîmên lêgerîn û rizgarkirinê ji apartmaneke 6 qatî ya li ser Caddeya Îpekyolê jineke Sûriyeyî bi navê Meysem Luqman piştî 22 demjimêran bi birîndarî rizgar kirin. Meysem Luqman bi ambûlansê bo Nexweşxaneya Dewletê ya Îpekyolê hat veguhestin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst