Şiyar Xelîl: Ji sedî 25ê Cindirêsê wêran bûye

07-02-2023
Hisên Omer
Şiyar Xelîl: Ji sedî 25ê Cindirêsê wêran bûye
Şiyar Xelîl: Ji sedî 25ê Cindirêsê wêran bûye
Nîşan Efrîn Cindirês Erdheja Mereşê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Erdhejê herî zêde wêranî li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê kiriye ku heta niha zêdetirî 450 kesan li wê de jiyana xwe ji dest dane. Nivîskar Şiyar Xelîl dibêje “Ji sedî 25ê Cindirêsê xerab bûye.”

Du erdhejên bi hêza 7.7 û 7.6 ku navenda wê Mereş a Bakurê Kurdistanê bû li Efrîn a Rojavayê Kurdistanê jî ziyanên canî li pey xwe hîştin û nûçeyên balkêş jî tên. Li Efrînê jinekê di bin xirbeyan de zarokê xwe bi saxî anî dinyayî lê bi xwe mir.

Li Efrîn a ku di bin dagirkeriya Tirkiyê û grûpên çekdar de ye piştî erdhejê pitika ku nû ji dayik bû bi saxî ji bin kavilan hat derxistin ku navika wê hîn nehatiye qutkirin li klînîkekê tê dermankirin.

“Beniyên Xwedê, umeta Mûhemed, gelî camêran, xelkê Cindirêsê li jêr kavilan in. Kes alîkariya me nake ji bo rizgarkirina wan. Amûr nîn in. Banga min bo hemû tîmên bergiriya sivîl e, kesûkarên min werin. Hey hawar kes nîn e, tiştek di destê me de nîn e. Xelk sax in û em nikarin wan derxînin, ji bo xatirê Xwedê. Camêrî ne maye? Em di bextê we de ne, malbat li jêr kavilan in.”

Li Cindirêsê berê kameryê bi ku de biçe, kavil di rûyê wê de derdikevin. Dîmenkî wêrananiya cengên mezin ên cîhanî li bîr tîne. Xelkê vî bajarokî yan jiyana xwe ji dest dane yan dibin kavilan de asê mane yan ji li ser cade û li çolê bêpena, tî, xemgîn û dilşikestî mane.

Nivîskar Şiyar Xelîl ku xelkê nahiyeya Cindirêsê ye ji Rûdawê re behsa rewşa mirovî ya kambax dike.

Nivîskar Şiyar Xelîl got "Li wê derê rewşa mirovî û tendirustî gelek pîs e ji ber ku ji sedî 25ê Cindirêsê xerab bûye, li erdê ye. Heya niha sibehê xelk mirov û zarokên xwe ji bin erdê derdixin. Mixabin tiştên pêwîst li wê derê tinin. Divê bi awayekî bilez midaxeleyek ji bo Efrîn û Cindirêsê çêbibe. Divê ev alîkariyên tên Tirkiyê derbasî Efrînê bibin, ji ber ku li Efrîn heya niha tenê 2-3 traks hene û rewş gelek giran e. ji vê sibehê ve gelek telofon tên û dibêjin zarokên me di bin kavilan de ne û em nikarin wan derxin. Divê herêm û dewletên din xwe bilivînin ji ber ku alîkariyek zû ji Efrînê re bikin."

Rewşa navçeyên din ên bakurê rojavayê Sûriyê jî ku ketine ber erdhejê pir xerab e. Kordînatorekî Artêşa Azad a opozisyona Sûriyê ji Rûdawê re got pêwîstiya navçeyên wêran bi alîkariyê heye.

Kordînatorê Artêşa Azad Ebû Tewfîq el-Dêrî "Li bakurê Sûriyê yê wêran, Sûriyê hemû bû yek, Sûriyeya wêrankirî bi tawanên Esed, niha pêwîstiya wê bi kesûkarên me li rojhilatê Feratê li Kurdistana Îraqê heye ku destê alîkariyê bo me dirêj bikin. Pêwîstiya me bi sûtemenî û mazotê heye. Pêwîstiya bi xwarin û konan heye. Bi hezaran malbat li çolê ne. Çavê me li Rêveberiya Xweser e û li kesûkarên me li Kurdistanê ye ku berê xwe bidin bakurê Sûriyê."

Li gorî çavkaniyekê ji nexweşxaneya Serbazî ya Efrînê, heta şeva duşemê, bêhtirî 300 termên qurbaniyan gihîştine nexweşxaneyê. Nasnameya 27 terman ji wan nenaskirî ye. Hejmara birîndaran gihiştiye 943 kesî. Lê ji ber hejmara mezin a malbatên ku hêj li Cindirêsê li jêr kavilan mane, tê pêşbînîkirin ku hejmara qurbaniyan zêdetir bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst