Meletî - Tîmên Wanê 9 kes ji bin xirbeyan rizgar kirin

07-02-2023
RÛDAW
Nîşan Erdhej Meletî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Tîmên ku ji Wanê çûn Meletiyê ji bo piştgiriyê bidin xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên erdheja ku navenda wê Mereş bû li 10 parêzgehan bi bandor bû, 9 kes ji bin xirbeyên avahiyên hilweşiyayî rizgar kirin.

Li gor agahiyên ku ji aliyê Şaredariya Artemêta Wanê ve hatin dayîn de, di xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên Meletiyê de wan 12 karmendên şaredariyê şandine herêma erdhejê.

Tîma lêgerîn û rizgarkirinê ya di koordînasyona AFADê da ber bi Qada Efruzê ya ku hat şandin, tîmên dema gihîştine cihê erdhejê Şahîn Ulutaşê ku di bin xirbeyan da mabû rizgarkirin.

Tîma ku Ulutaş bi birîndarî birin cem tîmên tenduristiyê, Yasemîn Karakurt jî li heman herêmê ji bin kavilan derxistin.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Rêveberiya Polîsan a Wanê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku tîma Lêgerîn û Rizgarkirinê ya Polîsan (PAK) ku piştî erdhejê ji bo Meletiyê hatibû şandin, di xebatên lêgerîn û rizgarkirinê de cih girt.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku tîman di xebatên lêgerîn û rizgarkirinê de 7 kes ji bin xirbeyan rizgar kirin.

Tîmên Wanê li herêma erdhejê xebatên xwe didomînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst