9 rêxistin û saziyên mirovî bo alîkariya Efrînê bang li civaka navdewletî dikin

Hewlêr (Rûdaw) - 9 rêxistin û saziyên mirovî û mafnasiyê bang li civaka navdewletî dikin daku alîkariya xelkê herêma Efrînê û navçeyên din ên bakurê Sûriyê bikin.

Di bangewaziyeke hevbeş de, 8 rêxistin û saziyên mirovî bang li hikûmet, rêxistin û desteyên navdewletî kirin ku di demeke herî zû de bi hawara xelkê Efrînê û navçeyên din de biçin û tiştê pêwîst ji bo rizgarkirina xelkê ketine ber erdhejê bikin.

Li gor her heşt rêxistinan hikûmeta Sûriye û Tirkiyê tu alîkariyê pêşkêş nakin û bi erkê xwe yê mirovî ranabin.

Ji aliyê xwe ve, Rêxistina Mafên Mirov li Efrînê, di bangewaziyekê de, daxwaz li hemû hêz û rêxistinên navdewletî kir ku bi hawara xelkê Efrînê ve biçin û alîkariya wan bikin.