Alîkarê Serokê CHPê: Pêdiviya xelkê Meletî bi av, nan û xwarinê heye

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenter û Alîkarê Serokê CHPê Veli Agbaba ji parêzgeha Meletî ya Bakurê Kurdistanê ji her kesî daxwaz kir ku bi hewara Meletiyê ve biçin, ji ber rewşa mexdûrên erdhejê gelekî xirab e.

Alîkarê Serokê CHPê Veli li ser hesabê xwe yê twitterê dîmenek belav kiriye û dibêje: "Li navenda bajarê Meletî û gundan cihên ku heta niha kes bi hewara wan ve neçûne hene. Bi taybet bo gundan heta niha kes neçûye."

Agbaba, bang li hemû kes û saziyên sivîl kir ku di destê wan de av û xwarin hebe xwe bighînin xelkê wî bajarî û dibêje: "Em li benda alîkariyên we ne û mixabin Meletî di rewşek gelek xirap de ye û bila her kes dengê Meletî bibihîze."

Alîkarê Serokê CHPê herwiha got: “Meletî di dîroka xwe de karesat û malwêraniya herî mezin dibîne. Ji ber şert û mercên zivistanê gihandin zehmet bûye û otomobîlên AFADê yên rizgarkirinê li vir wek tê xwestin kar nakin. Di bin avahiyên herifî de kî heye kî nine hê ne diyar e. Herwiha ji ber şert û mercên zivistanê û girtina rêyan em alîkariyê wernagrin. Li vir pêdiviya welatiyên Meletî bi av, nan û xwarinê heye.”