Li Mereşê piştî 31 demjimêran pitikek bi saxî hat rizgarkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê, piştî 31 demjimêran ji erdhejê pitikeke 15 mehî ji bin kavilan bi saxî hat rizgarkirin.

Roja Duşemê 6ê Sibata 2023ê demjimêr 04:17 deqe erdhejek bi hêza 7.7 pile ku navenda wê navçeya Bazarcixa Mereşê bû herêm hejand û li bajarên Mereş, Amed, Riha, Semsûr, Meletî, Kilîs û Dîlok ên Bakurê Kurdistanê û bajarên Hatay, Edene û Osmaniye yên Tirkiyê bû sedema mirin û birîndarbûna bi hezaran kes.

Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê di bin kavilan de berdewam in. Li Mereşê li Apartmana Koker ya 10 qatî, piştî ku deng ji bin kavilan hat, tîmên rizgarkirinê xebatên xwe zêde kirin û di encama xebatan de gihiştin Meryem Işik a 15 mehî û wê bi saxî rizgar kirin. Meryem Işik bo nexweşxaneyê hat veguhestin.

Hat zanîn ku dayika wê pitikê li heman cih e û tîman xebatên xwe yên li wê xalê zêdetir kirin.

Cîgirê Serokkomarê Tirkiyê Fuat Oktay ragihand ku li gor zanyariyên heta niha di erdhejê de 3 hezar û 419 kesan canê xwe ji dest dane û 2ê hezar û 534 kes jî birîndar bûne.