Tîma Rûdawê li Mereşê navenda erdhejê ye: Rewş pir hesas e

Hewlêr (Rûdaw) - Li Mereşê ku navenda erdhejê ye wêraniyeke mezin çêbûye. Di demekê de ku ekîbên rizgarkirinê li bajêr xebatên xwe didomandin, piraniya xelkê Mereşê tevî sermayê şeva xwe li derve derbas kirin.

Li gorî daneyên AFAD'ê, 6'ê Sibatê saet 04.17'an de li navçeya Bazarcixa Mereşê bi hêza 7,7 pileyê Rîxter erdhejek pêk hat. Di saet 13.24an de erdhejek din a bi pileya 7.6 rû da ku navenda wê navçeya Elbistanê bû.

Di erdhejê de ku li 10 parêzgehan pêk hat bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn. Li navenda bajarê Mereşê gelek avahî hilweşiyan.

Tîma Rûdawê piştî rêwîtiya nêzîkî 7 saetan ji Edeneyê gihîşt Mereşê.

Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya li Enqerê Şewket Herkî ku ji bo şopandina rewşa Mereşê piştî erdhejê çûye wî bajarî, diyar kir ku ji ber erdhejê û rewşa nebaş a hewayê çûnûhatina bajêr zehmet bûye.

Li navçeyên Bazarcix û Elbistanê navendên erdhejan, wêranî zêdetir e. Bi taybet piştî erdheja duyemîn, agahî tên ku li van taxan avahiyên ku zirar gihîştibû wan hilweşiyane.

Bi fermî tê gotin ku li Mereşê nêzî 300 avahî ji ber erdhejê hilweşiyane, lê di dîmenan de tê dîtin ku ev hejmar gelek zêdetir e.

Nûçegihanê Rûdawê Şewket Herkî diyar kir ku gelek kes di bin xirbeyan de mane û got, ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên rayedaran dewam dikin.

Li aliyê din tevî hewaya sar jî piraniya xelkê Mereşê şeva xwe li derve bi pêxistina agir derbas kirin. Welatî di xebatên lêgerîn û xilaskirinê de alîkariya ekîbên AFAD û UMKEyê dikin.

Lê belê welatiyên ku li kolanan dimînin li bendê ne ku pêdiviyên lezgîn ên weke betanî, şorba germ, av û melzemeyê zarokan bên dabînkirin.