Keskîn: Dersên Kurdî dê bibin provayek

07-02-2022
RÛDAW
Rêveberê Weşanxaneya Avestayê Abdullah Keskîn
Rêveberê Weşanxaneya Avestayê Abdullah Keskîn
Nîşan Abdullah Keskîn Dersa Kurdî Dersa Bijarte
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberê Weşanxaneya Avestayê Abullah Keskîn pêvajoya hilbijartina dersa Kurdî û kampanyaya ku di vî warî de hat meşandin nirxand û got “Dersa hilbijartî ji bo ku em kêmasiyên xwe bibînin, dibe provayek, dibe tecrûbeyek gelek baş. Ji ber wê divê em giringiyê bidinê.”

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê dema serlêdan û tomarkirina navan ji bo dersên bijarde îro 7ê Sibatê bi dawî dibe. Îsal ji bo dersa bijarte ya Kurdî kampanyayeke berfireh hat meşandin û gelek siyasetmedar, tevger, platform, weşanxane, rêxistinên sivîl, kesayetiyên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê jî beşdarî kampanyayê bûn.

Xwendekarên polên 4-5-6-7 dikarin îro hata demjimêr 5ê êvarê ji lîsteya dersên bijarde zimanê Kurdî hilbijêrin.

Li gorî sîstema xwendinê ya dersa bijarte, eger 10 xwendekar daxwaza dersekê bikin, poleke taybet ji wan re tê vekirin.

Rêveberê Weşanxaneya Avestayê Abullah Keskîn beşdarî bultena Rûdawê bû û li ser pêvajoya hilbijartina dersa Kurdî û kampanyaya ku di vî warî de hat meşandin de axivî.

Rêveberê Weşanxaneya Avestayê Abullah Keskîn der barê pêvajoya kampanyaya hilbijartina zimanê Kurdî de de nêrînên xwe wiha anî ziman “Piçek dereng destpê kir, lê cara yekem e ku ez dibinîm li Bakur û bajarên Tirkiyê bi giştî hesasiyeteke wisa ji hemû derdoran ji bo Kurdî çê dibe. Bi raya min bi her awayî resmekî baş derket. Îsal encam çi dibe bila bibe, bi ya min kampanyayeke gelek serkeftî bû û ji bo salên bê amadekariyeke gelek baş çêbû. Ji tecrûbeyên îsal her kes tiştek fêr bû. Ji bo salên pêş ez bawer dikim dê xebateke gele baştir û bi rêkûpêktir bê kirin.”

Keskîn amaje bi yêke kir ku her çiqas hejmara serlêdanên ji bo dersa Kurdî zêde bibe dê neçar bê mayîn ku mamosteyên dersên Kurdî bên tayînkirin û got “Dewletê wê gava ku di 2013an de avêt, ne ku bi dilê xwe an wek mafekî demokratîk avêt, mecbûr ma. Pêwîst nake mirov muhasebeya zemanên berê bike, lê eger em sala 2012-2013an de wek îro bi rêkûpêk li vî mafî xwedî derketibana, encameke gelek baştir derdiket. Lêbelê dîsa jî xem nake. siberoj eger hejmar çiqas zêde be, dê destê Kurdan hewqasî xurt bibe. Eger zext û reaksiyon çênebin mamosteyek jî neyê tayînkirin, lê dema 100-200 hezar xwendekar bo Kurdî ya hilbijartî serî lê bidin, mecbûr in mamosteyan tayîn bikin. Dê neçar bimînin di fakulteyên zanîngehan de bi awayekî beşên Kurdolojiyê vekin, heta taybet ji bo vê enstîtu vebibin. Ev rêyeke dûr û dirêj e.”

Abdullah Keskîn diyar kir ku bi kampanyayê re di nava Kurdan de hesasiyeteke neteweyî çêbû û dibêje “Xebatên Kurdî ji berê ve di nav du çarçoveyan de dimîne, nifûsa Kurd a qerebalix bêhtir li gundan bicih bûn, ew jî wek zimanê jiyanê bi Kurdî dipeyîvîn. Derûdora ku bi nivîs, edebiyat û çapemeniye Kurdî re eleqedar dibûn, her tim derûdoreke teng bûye. Vê carê piçekî ev xebata muşterek ku her dîtinên siyasî qet ferq nake, me dît hesasiyeteke millî çêbû. Wê hêviyê dide me ku ew çarçove hinek firehtir bibe.

Di pirsgirêka ziman de divê em piçekî berê xwe bidin xwe û paşê civaka xwe. Em behsa dewletekî dikin ku bi dehan salan dev ji zimanê perwerdehiyê, dersa hilbijartî berdin, wek zimanê axavtinê li kolanan, dibistanan qedexe kiriye. Ji xwe li ser helwesta dewletê min bi xwe tu carî hêviyek wisa ava nekiribû, lê pêşî Kurd bi xwe di mesela ziman de îqna bibin. Ji berê ve tu ji kê bipirsî, Kurdekî ji kîjan dîtinê dibe bila bibe, deme dibe mesela perwerdehiya Kurdî xeta wan a sor e. her kes dibêje bila hebe, lê tenê bi vê dimînin. Divê di nav miletê de hisiyata ku ez zarokê xwe bişînim dibistaneke Kurdî çêbibe.”

Keskîn behsa veguhertina dersên hilbijartî bo formata perwerdeya Kurdî kir û got “Ev girêdayî xebata Kurdan dimîne. Ev êdî ne mafeke millî ye jî, mafekî mirovî ye. Eger em bi cidiye lê xwedî lê derkevin, di sedsala 21ê de dewletek nikare bi tu awayî, bi sedhezaran zarok, ciwan, xort ji zimanê wan bêpar bihêle.”

Li ser egera ku dewlet perwerdehiya bi zimanê zikmakî serbest berde û amadebûna asta Kurdan wek civakî û di warê materyalên perwerdehiyê de jî Keskîn nêrînên xwe bi vî rengî anî ziman “Em dê bi dersên hilbijartî kêmasiyên xwe bibînin. Şertên niha helbet ji bo 100 hezar xwendekaran ne guncaw in. Ev 6-7 sal in salê 2-3 kesan tayîn dikin, ev komediyeke dewlet jî nikare bi vê siyasetê bi vî awayî bidomîne.

Keskîn bal kişand ser girîngiya kampanyaya dersa hilbijartî û diyar kir ku divê ev xebat dewam bikin û got “Bi raya min ev kampanya nû dest pê kir. Piştî ku encam diyar bûn, emê lê binêrin. Amadekariyeke mezin tunebû, ji ber wê ez ne li benda encameke gelek mezin im, çiqas zêde be, hewqas baş e, lê divê ev tişt me demoralîze nekin. Ya giring wek cik û milet ji her derûdorek dengek bilind bû, ev pir bi qîmet e, divê em qîmeta vê bizanibin û vê tenê li vir nehêlin. Bi awayekî ciddî dezgehên vê çebibin gavên nû biavêjin. Mesela materyalan ne pirsgirêkên pir ciddî ne.

Ya girîng fermiyet e. Nifûsa Kurd nifûseke gênc e. Eger Kurd bi giştî vê dersê hilbijêrên, hejmar dikare bigihîje milyonekî. Orgenîzekirin û fînansekirina vê ne karê civakekî ye, ne karekî sivîl e. Dewlet çewa ji bo Tirkî dike, wek mînak Almanya çewa ji bo Tirkî dike, divê li vê derê jî heman tişt ji bo Kurdî bê kirin. Ev mafê me ye, ji bo em vî mafê bi ciddiyet bikar bînin, divê em bixebitin.

Dersa hilbijartî ji bo ku em kêmasiyên xwe bibînin, dibe provayek, dibe tecrûbeyek gelek baş. Ji ber wê divê em giringiyê bidinê.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst