Rêxistina JASANA: Girtina Rûdawê li Rojavayê Kurdistanê ne li gor azadiya rojnamevaniyê ye

07-02-2022
RÛDAW
Nîşan Rûdaw Rojava Rêxistina JASANA RudawRojava
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Karvedanên li hember girtina ofîsa Tora Medyayî ya Rûdawê li Qamişlo û qedexekirina karê Rûdawê li Rojavayê Kurdistanê berdewam in, rêxistina JASANA bo Azadiya Ramanê dibêje, girtina Rûdawê ji aliyê Rêveberiya Xweser ve ne li gor azadiya rojnamevaniyê ye.

Di daxuyaniya xwe rêxistina JASANA dibêje, “Piştî çendîn caran rêgirtin û fişarxistina li ser, herî dawî Rêveberiya Xweser karên Tora Medyayî ya Rûdawê li seranserê Rojavayê Kurdistanê qedexe kir û tekez dike, Girtina Tora Medyayî ya Rûdawê ne li gor prensîba azadiya rojnamevaniyê li vê parçeyê Kurdistanê ye, ku xelkê wê zêdetir ji sedsalî qurbaniyê nebûna azadî û demokrasiyê bûye, di demekê de hebûna pirîtiya medyayî li her welatekî bingeha sereke ya her sîstemeke demokrasiyê ye.”

Rêxistina JASANA herwiha diyar dike, “Girtina Rûdawê li Rojavayê Kurdistanê û medyayên nêzîk li Partiya Karkerên Kurdistanê li Hewlêr û Duhokê, êşandin û fişarxistina li ser rojnamevanan li van herdu parçeyên Kurdistanê, nabe tenê ji çavê medyayê ve bê dîtin, lêbelê hemû ew pêngavên li Rojavayê Kurdistanê li bermaber Rûdawê û medyayên din tên pêkanîn, ew pêngavên li bermaber medyayên nêzîkî Partiya Karkerên Kurdistanê û rojnamevanên wê li Başûrê Kurdistanê tên cîbicîkirin, encama rewşeke siyasî û medyayî ya netendirust e ku li Kurdistanê heye û zirarmendê yekem jî hemwelatî ye ku rêgirî lê tê kirin nûçe û zanyariyên cuda werbigre û herwiha rojnamevanên wan kanalan jî zirarmend in ku kar û pîşeya jiyana xwe ji dest didin.”

Di beşeke din a daxuyaniyê de tê gotin, “Li Rojavayê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê medya û medyakar dibin qurbaniyê siyasetê û pêwendiyên navbera hêz û kesayetên siyasî yên nakok ên parçeyên Kurdistanê.”

Rêxistina JASANA herwiha dibêje, “Rewşa medyaya Kurdistanê bi vî awayê heye ku her mijûlî tohmetbarkirina hevdu ne, qet nagihe rewşeke tendirust, ku firehiya medyayê jidayik be û azadiya karê medyayî bê berdestkirin, lewra nihêrîneke giştî di rewşa medyayê de li herdu parçeyên Kurdistanê li Başûr û Rojava, renge alîkar be ji bo dîtina rêçareyekê ku ew jî niha gihîştina bi mîsaqeke giştî ya rojnamevaniyê di navbera rojnamevanên Başûr û Rojavayê Kurdistanê de, di pêşerojê de jî rojnamevanên parçeyên din ên Kurdistanê ku zemîneya azadiya temam ji bo karê rojnamevaniyê xweş bike.”

Di dawiya daxuyaniyê de, rêxistina Jasana ragihandiye, “Girtina Rûdawê û rênedan bi rûmalê û desteserkirina rojnamevanên nêzîkî medyayên Partiya Karkerên Kurdistanê, herdu binpêkarî ne û sirûşta wan desthilatan nîşan didin ku hukmê Kurdistanê dikin; lewra nêzîkbûna medyakarên kanalên cuda cuda yên parçeyên Kurdistanê û piştgirêdana bi karê rojnamevaniya profesyonel pêngava rast dibe ber bi arasteya dabînkirina azadiya karê medyayî.”

Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê, ku xwe wek Rêveberiya Bakur Rojhilatê Sûriyê dide nasîn,  roja Şembiyê 5ê Sibata 2022 bêyî nîşandana ti sedemeke zelal karê Tora Medyayî ya Rûdawê li Rojavayê Kurdistanê û tevahiya navçeyên di bin kontrola Rêveberiya Xweser de qedexe kir.

Tora Medyayî ya Rûdawê di daxuyaniyekê de biryara girtina ofîsa xwe ya li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Rêveberiya Xweser ve weke “tawan li dijî azadiya karê ragihandinê” bi nav kir û bi tundî ev biryar şermezar kir.

Di daxuyaniyê de tê gotin: “Tora Medyayî ya Rûdawê vê biryarê wek biryareke bi temamî siyasî dihesibîne û herwiha wek tawanekê li hember azadiya karê medyayê li Rojavayê Kurdistanê lê temaşe dike.”

Rûdaw soza berdewambûnê da xelkê Rojavayê Kurdistanê û got: “em xelkê Rojavayê Kurdistanê jî piştrast dikin ku ev biryar bi tu awayî nikare Tora Medyayî ya Rûdawê ji veguhastina nûçeyên Rojavayê Kurdistanê rawestîne û nikare Rojavayê Kurdistanê û Rûdawê ji hev cuda bike.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst