HezKurd: Nêzikî 700 kesên xwebexş alîkariya me kirin

07-02-2022
RÛDAW
Endama HezKurdê Sultan Yavuz
Endama HezKurdê Sultan Yavuz
Nîşan HezKurd Sultan Yavuz Zimanê Kurdî Dersa Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê îro roja dawî ya hilbijartina dersên bijarte ye. Endama HezKurdê Sultan Yavuz diyar kir ku wan di kampanyaya hilbijartina dersa Kurdî de li gelek bajarên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bi nêzikî 700 xwebexşan beşdarî kampanyayê bûne û nêzikî 250 hezar broşur belav kirine û xwe gihandine derdora milyonek malên Kurd.

Dema tomarkirina waneyên bijarde li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê îro 7ê Sibatê demjimêr 5an de bi dawî dibe. Hereket, platform, weşanxane, rêkxistinên sivîl, kesayetên Bakurê Kurdistanê û derve jî di kampîneke berfireh de hana Kurdên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê didin da ku zimanê Kurdî ji bo zarokên xwe hilbijêrin.

Endama HezKurdê Sultan Yavuz di derbarê çalakî û xebatên xwe yên kampanyaya hilbijartina zimanê Kurdî de ji Rûdawê re axivî.

Endama HezKurdê Sultan Yavuz li ser xebat û çalakiyên xwe wiha axivî “Birastî pêvajoyeke gelek zor û zehmet bû. Em ji roja ewil heta îro li qadan bûn. Me nêzikî 250 hezar broşur belav kir. Nêzîki 700 xwebexşê Kurdî hebûn alîkariya me kirin, medyayê jî alîkariya xwe gihand me. Me broşur belav kir û me xwe gihand nêzikî milyonek malên Kurd. Em bajar bi bajar, kolan bi kolan, gund bi gund, dikan bi dikan, mal bi mal geriyan.”

Sultan Yavuz diyar kir ku di dema meşandina xebatên xwe de wan giraniya xwe dane ser bajarên ku Kudên Zaza lê dijîn yên wek Amed, Çewlig û Dêrsimê û vê sedeml jî wiha destnîşand dike “Zazakî ber bi wendabûnê ve diçe, ji bo vê em li ser Zazakî sekinîn. Lê em li ser Amedê jî pir sekinin ji ber ku Kurdî pir nayê axaftin.”

Yavuz amaje bi yekê kir ku îsal nebe jî saleke din dê hejmara hilbijartina dersên zimanê Kurdî zêde bibe û got “Ji ber ku armanca me hişyarî bû. Eger hişyarî çêbibe saleke din dê her kes bi xwe hilbijêrin û wek avê biherike.”

Herwiha Slutan Yavuz da zanîn ku di nav HezKurdê de li bajarên Bakurê Kurdistanê di kampanyaya hilbijartina dersên Kurdî de hejmara xwebexşên jin ji yên mêr zêdetir bûn û tekez kir “Piranî ne mêranî ye.”

Li aliyê din ji bo bidestxistina hejmara kesên serî li dersên Kurdî da ne jî Yavuz wiha got “Dê xebatên me ji bo vê yekê hebin. Ne meheke ku em li qadan in, 4-5 meh in em xebat dikin. Mamosteyan ji me re got niha hejmarê wek îstatîstîk didin. Em ê her tim xebatên xwe berdewam bikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst