Rêxistina Peyamnêrên Bêsînor qedexekirina Rûdawê protesto dike

07-02-2022
RÛDAW
Nîşan Rêxistina Peyamnêrên Bêsînor Rûdaw Rojava Rûdaw RudawRojava
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)  - Rêxistina Peyamnêrên Bêsînor girtina ofîsa Rûdaw li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Rêveberiya Xweser ve protesto kir.

Rêxistina Peyamnêrên Bêsînor îro Duşemê 7ê Sibata 202yan derbarê girtina ofîsa Rûdaw li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Rêveberiya Xweser ve daxuyaniyek belav kir û têde daxwazê ji berpirsên Rêveberiya Xweser dike ku rêz li azadiya medyayî bigirin.

Di daxuyaniyê de hatiye ku ew wê biryarê şermezar dikin û Tora Medyayî ya Rûdawê bi behaneya binpêkariyên rênimayan bi hêzê hatiye girtin.

Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê, ku xwe wek Rêveberiya Bakur Rojhilatê Sûriyê dide nasîn, roja Şembiyê 5ê Sibata 2022 bêyî nîşandana ti sedemeke zelal karê Tora Medyayî ya Rûdawê li Rojavayê Kurdistanê û tevahiya navçeyên di bin kontrola Rêveberiya Xweser de qedexe kir.

Li beramber jî Tora Medyayî ya Rûdawê di daxuyaiyekê gotibû Rûdaw bi awayekî profîşyonal û li gorî yasayan li her deverê kar dike, ev biryara Rêveberiya Xweser, piştê bi ti binemaya yasayî girênade û çavkaniya xwe ji bîrên siyasî û hizbî girtiye.”

Tora Medyayî ya Rûdawê di daxuyaniyekê de biryara girtina ofîsa xwe ya li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Rêveberiya Xweser ve weke “tawan li dijî azadiya karê ragihandinê” bi nav kir û bi tundî ev biryar şermezar kir.

Li şûna girtina êrişkaran, girtina Rûdawê

Ji dema ku Tora Medyayî ya Rûdawê dest bi kar û rûmala xwe li Rojavayê Kurdistanê kir û heta niha, ew demeke dirêj di bin gefa çek bi destên rûveşartî û ciwanên hizbî yên alozîçêker de bûye li Rojavayê Kurdistanê. Rêveberê Ofîsa Rûdawê ya li Rojavayê Kurdistanê dibêje, li şûna ku Rêveberiya Xweser êrişkaran bigire, biryara rawestandina karê Rûdawê da.

Ji destpêkê û heta roja 5ê vê mehê ku Rêveberiya Xweser biryara rawestandina karê Rûdawê da:

6 caran ofîsa Rûdawê li Rojavayê Kurdistanê rastî êrîşên rasterast hatiye

2 peyamnêrên Rûdawê hatine derxistin

3 karmendên Rûdawê rastî lêdanê hatine

7ê kanûnê Asayişê tevahiya karmenêd Rûdawê girtin

Gefa Kuştinê li tevahiya karmendên Rûdawê hatiye xwarin

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst