Qubad Talebanî: Rêkeftina li gel Tirkiyê tenê ji bo hinardekirina petrolê ye

Hewlêr (Rûdaw) - Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê dibêje, rêkeftina 50 salî ya li gel Tirkiyê tenê ji bo hinardekirina petrolê ye bi rêya boriya petrolê ya Tirkiyê bo Bendera Ceyhanê.

Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî di hevpeyvînekê de li gel rojnameya Sebah ku rojnameya fermî ya Hikûmeta Iraqê ye, behsa peywendiyên Hewlêr-Bexda, danûstandinên di navbera herdu aliyan de, serederiya hikûmeta federalî ya li beramber parêzgehên Herêma Kurdistanê, rêkeftina 50 salî ya li gel Tirkiyê û dawîn pêşhatên siyasî kir.

Qubad Talebanî ne di wê baweriyê de ye ku hikûmeta navendî bikare rasterast serederiyê li gel parêzgehan bike û parêzgeha Silêmanî wek nimûne nîşan dide û dibêje, “Parêzgeha Silêmaniyê ji bo budceya karkirin û mûçeyê fermanberan pêwîstî bi 400 milyon dolar e. Pirs jî ew e, gelo hikûmeta navendî amade ye vî karî bike! ku herêmek e petrola pêwîst jî nîne û tenê ji %11 petrola Herêma Kurdistanê li wî sînorî ye. Gelo hikûmeta navendî amade ye bi wî şêweyî rasterast pere bo Silêmaniyê bişîne!”

Ev gotinên Qubad Talebanî di demekê de ne ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo mûçeyê fermanberan bêyî ku bê birîn, mehane pêwîstî bi 613 milyon dolaran heye.

Di beşeke din a wê hevpeyvînê de li ser pirsa rêkeftina 50 salî ya li gel Tirkiyê Qubad Talebanî dibêje, “Ew a ku tê gotin ku ji bo firotina petrolê ye, ne rast e. Me petrol ji bo heyama 50 salan nefirotiye. Rêkeftina 50 salî ya li gel Tirkiyê, tenê ji bo hinardekirina petrolê ye bi rêya boriya petrolê ya Tirkiyê bo Bendera Ceyhanê. Ev jî di çarçova wê rêkeftinê de ye ku Iraqê li gel Tirkiyê pêk aniye ji bo veguhastina petrolê bi rêya Tirkiyê bo bazarên cîhanê.”

Li ser dawîn rêkeftina di navbera Hewlêr û Bexdayê de jî Qubad Telabanî ragihand, “Sala 2020an rêkeftinek di navbera herdu aliyan de hat encamdan û hikûmeta federalî biryar da mehane 320 milyar dînar bo Herêma Kurdistanê bişîne. Lê wê rêkeftinê dirêj nekêşa û tenê 2 mehan ew pişka pere bo Hewlêrê hat şandin.”

Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekez jî dike ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê amade ye hemû pabendbûnên xwe cîbicî bike, wek şandina 250 hezar bermîl petrolê rojane, heta dahata deriyên sînorî yên Herêma Kurdistanê “lêbelê li gor yasa û di çarçova destûrê de” û li beramber jî “pêwîst e Herêma Kurdistanê şayesteyên xwe yên darayî bidest bixe.”