DUHOK - 80 mamosteyên Zanîngeha Newroz ji bo zanîngehên hikûmetê tên veguhastin

07-02-2021
RÛDAW
Alîkarê Serokê Zanîngeha Newrozê yê ji bo Karûbarên Kargêrî û Darayî, Mihemed Elî Yasîn.
Alîkarê Serokê Zanîngeha Newrozê yê ji bo Karûbarên Kargêrî û Darayî, Mihemed Elî Yasîn.
Nîşan Kurdistan Duhok Zanîngeha Newroz Mamosta
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Duhokê 80 mamosteyên Zanîngeha Newroz li dijî biryara veguhestina xwe ji bo zanîngehên hikûmî nerazîbûna xwe nîşan dan. Serokatiya zanîngehê jî dibêje, ew biryareke îdarî ye û ji aliyê Encûmen aWezîran û Wezareta Xwandina Bilind hatiye dan, ji ber ku ew mamoste fermanberên hikûmetê ne û mûçe ji hikûmetê werdigirin.

Wezareta Xwendina Bilind a Hikûemta Herêma Kurdistanê biryar daye, ku 80 mamosteyên Zanîngeha Newroz a Duhokê bo zanîngehên hikûmî bêne veguhastin.

Lê ew mamosta ji biryarê nerazî ne û îro Yekşemê 7ê Sibata 2021an li dijî biryara veguhestina xwe nerazîbûn nîşan dan.

Alîkarê Serokê Zanîngeha Newrozê yê ji bo Karûbarên Kargêrî û Darayî, Mihemed Elî Yasîn di konferanseke rojnamevanî de ragihand, ew biryar li ser daxwaza Encûmena Wezîran û ji bo çareserkirina meseleya wan mamosteyan hatiye dan û biryareke îdarî ye.

Mihemed Elî Yasîn got, “Em rêzê li wan digirin ku derbirînê li nêrîna xwe dikin bi awayekê aştiyane, lê ev babet tenê babeteke îdarî ye, yanî babetekî taybet ê kargêrî ye û girêdayî paşxanê wan mamosteyan e, weke fermanberên damezrandî ango yên hikûmî.”

Yasîn diyar kir, ew zanîngeheke taybet in û tenê sê rê hene ji bo ku fermanberekî hikûmetê li cem wan dersê bide. Têkildarî wan rêyan, Alîkarê Serokê Zanîngeha Newrozê ragihand: “Ji wan sê rêyan, yekê jê re dibêjin xwastin ku hevbendiyek di navbera du zanîngehan de çê dibe ji bo hatina mamosteyekê ku pêdiviya yek ji wan zanîngehan pê heye. Rêya duyem ev e ku kesek îcazeya bê mûçe ji hikûmetê werbigre û bê cem me û em weke fermanber girêbestekê jê re çê bikin. Ya sêyê jî ev e, me hinek mamoste hene ku bi serdan tên û em pêkve kar dikin, mamosteyên bi serdan jî dergehê wan diyar e.”

Mihemed Elî Yasîn Yasî tekez kir, ew mamosteyên nerazî ku hejmara wan 80 kes e, fermanberên hikûmetê ne û ji ber ku di nava ti rêyek ji wan rêyan de li gel Zanîngeha Newrozê kar nakin, hikûmetê û Encûmena Wezîran û Wezareta Xwandina Bilind jî daxwaz kirine ku kêşeya wan bê çareserkirin.

Mihemed Elî Yasîn diyar kir, “Ya niha tê kirin, ji bo çareseriya kêşeya wan e û ew jî li ser daxwaza encûmena wezîran û li ser daxwaza Wezareta Xwandina Bilind hatiye kirin, ku ew birêz bêne veguhastin bo zanîngehên hikûmî.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst