Galeriya wêneyan

07-02-2021
17 Photos
RÛDAW

Hewlêr (Rûdaw) - Kela Koyê ku weke Qişleya Koyê û Sera jî tê naskirin, cihekî dîrokî yê qezaya Koyê ya ser bi parêzgeha Hewlêrê ve ye, ku her ji serdema Aşûriyan ve heya Osmaniyan bi mebesta karûbarên serbazî hatiye bikaranîn.

Dîroka avakirina kelayê vedigere bo serdemê Aşûriyan, paşê Mîr Mihemed Paşayê Rewandizê li ser bermayiyên kela aşûriyan, kelek ava kirin.

Li gel dagîrkirina Kurdistanê ji aliyê Osmaniyan ve, Kela Koyê bû binkeyeke serbazî û ji wê demê ve navê Qişleya Koyê lê hatiye kirin.

Di serdema waliyê Osmanî, Medhet Paşa de (1869-1872) de ku desthilatdarê Bexdayê bû, Kela Koyê bi mebestên serbazî dihat bikaranîn.

Cihê ku kela lê hatiye avakirin, bilind e û rûberê wê 7000 metr e, 23 odeyên wê hene û li navenda wê qadeke mezin heye, ku di demên berê de ji bo rahênanên serbazî dihat bikaranîn. Paniya dîwarê kelayê jî 120 santîmetr e.

Kela Koyê herwiha 750 taqên wê hene ku jê re dibêjin, Kevne Meterêz.

Di wan demên dawî de Kela Koyê hatiye nûjenkirin û qehwexaneyeke kulturî û Muzexaneya Rehberê Seyid Birayim jî têde hatine vekirin, lê niha girtî ne. Li navenda qada Kelayê jî peykerekî hunermend Tahir Tofîq hatiye danîn û monomênta şehîdan jî lê hatiye avakirin.

 

Wêne: Salih Qadir / Rûdaw