Nadya Murad: Aramî venegeriyaye Şingalê

Şingal (Rûdaw) - Bi amadebûna bi sedan kesan ji kesûkarên qurbaniyên Kurdên Êzidî li gundê Koço rûfatên 104 kesên ku ji aliyê DAIŞê ve hatibûn komelkujkirin, hatin veşartin.

Nadya Murad ku rûfatê birayekî wê jî di nav wan rûfatan de bû, dibêje, heta niha jî bi temamî aramî venegeriyaye Şingalê.

Balyoza Niyetpakiyê ya Netewên Yekbûyî (NY) Nadya Murad ji Rûdawê re ragihand, “Hê jî keç û jinên Êzidî bêserûşûn in. Bi temamî aramî venegeriyaye Şingalê. Heyamekê berî niha herdu hikûmetên Iraq û Herêma Kurdistanê pêngavek ji bo vegerandina aramiyê avêtin, lê pêwîstî bi pêngavên kirdeyî heye bo ku xelk vegerin.”

Di merasîmê de çendîn gotar ji aliyê her yek nûnerên Serokomarê Iraqê, serok û serokwezîrê Herêma Kurdistanê û nûnerê UNAMIyê ve hatin pêşkêşkirin. UNAMIyê piştevaniya xwe bo berdewamiya vekirina gorên bikom dûpat kir.

Serokê Tîma UNAMI ya taybet bi tawanên DAIŞê li Iraqê, Kerîm Xan ji Rûdawê re ragihand, “Di qonaxa yekem de, encama pişkinîna 104 rûfatan derket û navên wan hatin ragihandin. Biryar e heyameke din encama pişkinîna ew ên mayî jî derkeve û bo Şingal û Koço bên veguhastin.”

Rêkxerê Merasîma Veşartina Rûfatan li gundê Koço, Telal Heskanî dibêje, “Heyemek dirêj bû me amadekarî bo wan rûfatan dikir. 104 gihîştin û her dema encama DNA a yên derket, dê bên vegerandin.”

Roja 3ê Tebaxa 2014an çekdarên DAIŞê êrişeke berfireh bo ser Şingalê dan destpêkirin û nêzikî 6 hezar û 500 kes ji Kurdên Êzidî ketin destê wê rêxistinê. Heta niha zêdetir ji 3 hezar û 500 kes hatine rizgarkirin, lê hê jî çarenivîsa nêzikî 3 hezar kesan nediyar e.

Herwiha heta niha 80 gorên bikom li Şingalê hatine dîtin û tenê 20 gor ji wan hatine vekirin.