Artêşa Tirkiyê li navçeya Omeryan operasyon da destpêkirin

07-02-2021
RÛDAW
Nîşan Omeryan Bakurê Kurdistanê Masertê Nisêbîn Operasyona Leşkerî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Omeryan ku dikeve nav sînorên bajarokên Masertê, Nisêbîn û Artuklu yên Mêrdîna Bakurê Kurdistanê operasyona leşkerî hat destpêkirin. Tevî ku ji ber Coronayê qedexeya çûn û hatinê heye, lê careke din qedexeya derketina derve hat ragihandin.

Li gor zanyariyan li navçeya Omeryan ku dikeve nav sînorên bajarokên Masertê, Nisêbîn û Artuklu operasyona leşkerî hat destpêkirin. Walîtiya Mêrdînê derbarê operasyonê de daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de tê gotin ku roja Yekşemê 7ê Sibata 2021ê ji demjimêr 05:00ê berê sibehê ve ji ber operasyona leşkerî li herêmê qedexeya derketina derve tê ragihandin.

Li gor daxuyaniyê li gundên Kurika Çeto, Qurdîsê, Dara û Qesra Ehmed ên Artuklu, Xerabê Baba, Cinata Muho, Cinata Hiso, Qûzo û mezraya Kuşkayasi yên Nisêbînê û herwiha Haciya Masertê ji ber operasyona leşkerî qedexeya derketina derve tê cîbicîhkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst