BAXOZ - 500 çekdarên DAIŞê xwe ji şer re amade kirine

Baxoz (Rûdaw) - Hêzên Sûriyeya Demokratîk li ser şerê li dijî DAIŞê li rojhilatê Dêra Zorê û bajarokê Baxozê berdewam in û DAIŞ di ciheke bi qasî 3 kîlometrên çargoşe de hatiye dorpêçkirin, lê belê niha ji ber hebûna xelkê sivîl di nava bajarokê Baxoz de, pêşveçûna HSDê sist bûye. Li aliyek din 500 çekdarên DAIŞê li nav Baxozê mane û naxwazin xwe radest bikin û li gor fermandarên HSDê, wan çekdaran xwe ji şer re amade kirine.

 

Nûçegihana Rûdawê, Vîviyan Fetah li gel tîma pê re serdana çeperên dawî yên HSDê li derdora bajarokê Baxozê kir û ji nêzîk ve rewşa şerê dijwar ê navbera HSDê û DAIŞê li pêgeha dawî ya vê rêxistinê şopand.

 

Tevî ku HSD bi piştgiriya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li ser operasyona xwe ya li dijî DAIŞê berdewam e, lê belê ji ber hebûna xelkê sivîl di nava bajarokê Baxozê de, pêşveçûna HSDê sist bûye.


 

Li gor zanyariyan heya niha 3 hezar kesên sivîl û 500 çekdarên DAIŞê li nava Baxozê mane û ew çekdar red dikin, xwe radestî HSDê bikin.

 

HSD derfeta dawî dide serkirdeyên DAIŞê, daku xwe radest bikin û ji kuştinê rizgar bibin. Pêşveçûna Hêzên Sûriyeya Demokratîk ber bi pêgeha dawî ya DAIŞê li rojhilatê Dêra Zorê berdewam e, lê ji ber hebûna welatiyên sivîl li deverê sist bûye.

 

HSD dibêje, wan DAIŞ li Baxoza Jêrîn bi dirêjiya kêmtir ji 3 kîlometran dorpêç kirine û li benda demeke bikêrhatî ne, da ku êrîş bikin.


 

Fermandarê meydanî yê HSDê, Ednan Efrînî derbarê rewşa çeperên şer de ji Rûdawê re axivî û ragihand: “Sivîlên ku di hundirê Baxozê de mane, ew in ku DAIŞ wan weke mertalên zindî li hember me bi kar tîne û li hember hêzên QSDê (anku HSD) dibin asteng ku nikarin gavekî wiha pêşde bavêjin û ber bi serkevtinê ve biçin. Yanî tiştê ku hîştiye, em asteng bibin û pêşveçûn û serkevtinê bi dawî bikin, ew sivîlên ku niha DAIŞê bi zorê ji aliyê Şeef ve, ji aliyê Hecînê û ji aliyê Sose ve derbasî wê derê kirine, a niha wan sivîlan weke mertalên zindî li hember me bi kar tîne”.

 

Di wê goşeya teng û biçûk ya di bin destê DAIŞê de, behsa hebûna 3 hezar kesan tê kirin, ku piraniya wan endam û malbatên DAIŞê bi xwe ne, herwiha 500 serkirde û şerker hene, ku razî nabin xwe radest bikin û xwe ji bo şer û kuştinê amade kirine.


 

Fermandarekî din ê HSDê, Aram Comerd jî dibêje: “Vê êvarê jî em li vir bûn, (DAIŞiyan) bi otomobîlên xwe ketin tevgerê, lê hevalên me bi hawinan lê xistin û otomobîla wan têk bir. Car caran jî dengê çekan tê”.

 

Li ser pirsa peyamnêra Rûdawê, ku gelo çi qas maye ku DAIŞ bi yekcarî bi dawî bibe, Fermnadarê HSDê Aram Comerd got: “Bidawîbûna DAIŞê ne diyar e, tenê bi wê yekê ku ew gund bê rizgarkirin, DAIŞ bi dawî dibe, em wiha nabînin. Lê weke fîzîkî û navçeyên di bin destê DAIŞê de, bidawîbûna wê dê hingê be, ku sivîl derketin û operasyon dest pê bike, ku ew dem hêj ne diyar e”.



 

Li heman deverê, grûpeke çekdarên rêxistina DAIŞê êrîşî navçeyên di bin destê HSDê de kirin, lê yekser ji aliyê balafirên şer ên Hevpeymaniya Navdewletî ve hatin bombebarankirin.

 

Li gor zaniyariyan jî, tevaya wan kesên ku hewl dan êrîş bikin, di vê bombebaranê de hatin kuştin.