Pêşmerge û hêzên Îtalyayê şêwaza nû ya rahênana leşkerî gotûbêj dikin

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Pêşmerge û hêzên Îtalyayê plana pêşvebirina şêwaza rahênana hêzên Pêşmerge gotûbêj kir.

 

Medyaya navenda Wezareta Pêşmerge ragihandiye ku îro 07-02-2019an Cîgirê Serokerkan ê ji bo Operasyon û Perwerdeyê Lîwa Qareman Kemal pêşwaziya şandeke leşkerî ya Îtalyayê kiriye.

 

Di civînê de behsa çawaniya pêşvebirina şêwaza rahênana hêzên Pêşmerge di sala 2019an de hatiye kirin.

 

Li gor daxuyaniya Wezareta Pêşmerge, Fermandarê Hêzên Îtalyayê yê li Iraqê amadebûna xwe nîşan daye ji bo alîkarîkirina Pêşmerge di perwerde û rahênan û pêşvebirina şiyana leşkerî de.

 

Roja çarşemê 06-02-2019an Serokwezîrê Îtalyayê piştî serdana Bexda û civîna li gel Serokomar û Serokwezîrê Iraqê, serdana Hewlêrê kir û li gel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî civiya.