Ji çar milan ve operasyona Xurmatû dest pê kir

Germiyan (Rûdaw) – Bi armanca jinavbirina paşmayên çekdarên DAIŞê li bilindahiyên derdora qezaya Xurmatû, hêzên hevbeş ên ewlekariya Iraqê dest bi operasyoneke leşkerî ya berfireh kirin.


Vê sibê saet şeş (07.02.2018), Heşda Şabî, Hêzên Bihewarveçûna Bilez û Polîsên Federalî bi alîkariya balefirên şer ên Iraqê li rêzeçiyayên rojhilatê parêzgeha Selahedîn operasyoneke berfireh dan destpêkirin.


Derbarê operasyonê de Berdevkê Hêzên Bihewarveçûna Bilez Ebdulemîr Mihemedawî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: “Armanca operasyonê paqijkirina navçeyê ye ji wan çekdarên DAIŞê ku ji Selahedîn û Mûsilê reviyane û li wan cihan cîgir bûne.”


Hevdem Peyamnêrê Rûdawê ji Germiyanê ragihand ku ji saet 06:00ê serê sibehê ve topxaneyên Iraqê sînorê gundên Pelkaneya Mezin û Biçûk, Şoraw, Qûmşelan û Xere topbaran dikin û êrîşê ji çar aliyan dest pê kiriye.


Peyamnêrê Rûdawê amaje bi wê yekê kir ku hêzeke polîs û asayîşa Germiyan ligel Lîwaya 136 a Pêşmergeyan jî beşdarî operasyonê ne, lê tenê parastina 20 gundan li xwe girtine û şer nakin.


Berî niha ji Hêzên Bihewarveçûna Bilez Samîr Huseynî, di civîneke çapemeniyê de ragihandibû ku roja Çarşemê Hêzên Bihewarveçûna Bilez ligel Hêzên Firqeya 9 a Zirxpoş a Artêşa Iraqê û lîwayên ser bi Heşda Şabî bi armanca paqijkirina bilindahiyên derdora Xûrmatû ji çekdarên “Alên Spî” dest bi operasyoneke leşkerî ya berfireh dikin. Dabû zanîn ku hevahengiyê ligel Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê jî dikin.


Piştê êrîşa Artêşa Iraqê û Heşda Şabî do 16ê Cotmeha sala borî de, du hêz li Xurmatû derketin holê. Yekem Grûba Alên Spî ku tê gotin paşmeyê DAIŞê ye û hejmara wan nêzîka 500 çekdar e. Ya din jî Hêza Rizgarî ku Pêşmergeyên xwebexş in û ew kes in li Xurmatû mal, dikan û xaniyên wan bi destê Heşda Şabî hatine dagîrkirin û şewitandin.


Peyamnêrê Rûdawê yê Germiyanê da zanîn ku operasyon ne dijî Hêza Rizgarî (Pêşmergeyên Xwebexş) e, ji ber Hêza Rizgarî li gundên kurdniş e in û ew 20 gund in ku di jêr kontrola Pêşmerge de ne.