Mij û xumamê rêya Agirî-Wanê girt

07-02-2017
RÛDAW
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Li ser rêya Agirî-Wanê ji ber mij û xumamê mesafeya dîtinê daket 10 mêtroyan.


Li Borana Çiyayê Tendûrekê ku Bazîd û Wanê bi hev va girêdide, zehf mij û xumam çêbû. Herwiha mij di pevguhastinê de bû sedema astengiyê.


Ji ber kêmbûna mesafeya dîtinê ku heya 10 mêtroyan berjêr bû, ajovanan bi zehmetî pêşiya xwe dît.


Tîmên trafîqê herwiha bikontrol destûr dan derbasbûna wesayitan û ajovan hişyar kirin da ku tevdîra xwe bistînin û paşê derkevin ser rê û li hemberî mij û cemedê jî baldar û hişyar bin.


Hin ajovan jî mecbûr man û li tesîsên rawestînê û îstasyonên sotemeniyê man.



Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst