Amed – Ji bo ajelên kovî xorek û êm li ser çiya tê belavkirin

08-02-2017
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Amed Bakurê Kurdistanê Çiyayê Qerejdaxê Ajelên kovî
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Li Amedê Tîma Midûriyeta Daristanê her hefte li 3 çiyayên bi berf ên Amedê li ajelên kovî re xorek û êm belav kir.

 

Endamên tîmê vê carê jî berê xwe dan çiyayê Qerejdaxê û ji bo xwedîkirina ajelên kovî li ser berfê, êm, hestî û goşt reşandin. Ew dixwazin gundî û nêçîrvan jî alîkariya wan bikin û ajelên kovî biparêzin. 

Li Midûriyeta Daristanê ya Amedê xebateke bi kelecan heye. Tîma midûriyetê ji bo xwedîkirina ajalên kovî xoreka xwe davêjin pîkaban û ber bi çiyayê Qerejdaxê ve bi rê dikevin. 

 

Li çiyayê Qerejdaxê cihê ku berf negirtibe nemaye. Ji ber vê yekê jî ajalên kovî bi tenê û birçî dimînin. Ji bo têrkirina ajalên kovî, teyr û tilûran tîma Midûriyeta Daristanê li Qerejdaxê li hin cihan êm û xorek danîn.

 

Serpireştê Tîma Daristanê Murat Yildirim di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re got: “Em xebata êmkirina heywanên kovî zêdetir li cihên ku berf zêde bariyaye dikin. Me îro jî genim, ceh, garis û şînahî anî û li van deran reşand. Piştî em biçin ajalên kovî dê bên van êman bixwin û zikê xwe têr bikin. Bi vî awayî ew ê bijîn û mirar nebin. Xebata ku em dikin ji bo xwezayê û ajalan xebateke bêhempa ye”.

 

Endamên tîmê ku di nava vê berfê de bi zehmetiyeke mezin zikê ajelên kovî têr dikin, dibêjin ew karê xwe kêfxweş in.

 

Endamê Tîma Daristanê Remzî Gez li ser xabatên wan ên ji bo xwedîderketina ji ajelên kovî ji Rûdawê re got: “Li ku berf zêde ye, em li wir digerin, genim davêjin erdê. Em dixwazin heywan birçî nemînin”. 

 

Endamekî din ê Tîma Daristanê, Hesen Yildirim jî ji Rûdawê re axivî û got: “Bi taybetî li Qerejdaxê berfeke zêde bariyaye. Heywanên kovî li vir birçî dimînin, mirar dibin. Ji bo ku mirar nebin, em êm didin wan”. 

 

Hin endamên tîmê jî bang li nêçîrvan û gundiyan kirin ku xwedî li ajalan derkevin û dev ji nêçîra qedexe ya ajalan berdin û ew jî weke vê tîmê xorek û êm bidin ajalên kovî.

 

Sezaî Eser jî diyar kir: “Em dixwazin gundî bin, nêçîrvan bin bi me re hevkarî bikin, xwedî li xwezaya xwe û van heywanan derkevin. Ger ew xwedî li wan derkevin sibê dûsibe dê ew jî zarokên wan jî ji van heywanan sûd werbigrin”. 

 

Di nava mehekî de, tîma Midûriyeta Daristanê ya Amedê tonek û nîv genim, ceh li ajalên kovî belav kir. Her wiha bi sedan kîlo jî belgên kelem, marol û bexdenûzan li çiyayên Amedê reşandin. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst