Li Silêmaniyê ji ber gaza sobê 3 kes mirin

Silêmanî (Rûdaw) – Li gundê Gopîteyê yê Silêmaniyê 3 xortên ku mirovên hev in, ji ber gaza sobê canê xwe ji dest dane.

 

Her sê xort ji bo behnvedanê li Silêmaniyê çûne gundê Gopîteyê. Şev yek sobê ya gaza û yek sobê jî ya neftê berdinê.


Dema rojek bi ser bûyerê de derbas dibe malbatên xortan wan mereq dikin û diçine xaniyê her sê xort li diman. Endamên malbatên wan dibînin ku her sê xortan canê xwe ji dest dane.


Birayekî ji wan xortan yê bi navê Hawre Hûseyin ji Rûdawê re got ku hersê xortan ji ber gaza karbonmonoksît a ku ji sobeyê derketiyê, jiyana xwe ji dest dane.


Li gorî daneyên Nexweşxaneya Silêmaniyê rojane 4 bûyerên bi jehrî rû didin. Li Silêmaniyê îsal ji ber gaza sobeyan 10 mirine.


Li Herêma Kurdistanê ji ber ku elektrîk kêm e welatî neçarî sobeyên gazê bikar tînin.