Penaberên Kampa Dareşekran ji karê rêxistinên nava kampê nerzaîne

07-02-2014
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

 

Dareşekran (Rûdaw)- Di dema dawiyê de nerazîbûnek berfireh ji aliyê penaberêna Rojavayê Kurdistanê li Kampa Dareşekranê li hember rêxistinên nav dewletî yên ku li nav kampan de serpereştiya xizmetgozaryan dikin, derdikeve.

Penaberên li Kampa Dareşekiran ji bo derbirîna nerzaîbûna xwe xwepêşandanek lidarxistin, xwepêşanderan gotin ku ew rêxistin îhaneya wan deike û ev vê yekê qebul nakin.

Ji aliyê xwe rêveberên Kampê li gilyî û daxwazên penaberan mikor hatin û diyar kirin ku ew rêxistinên navdewletî tenê li gor xwe kar dikin.

Herwiha rêveberên Kampê amaje aşkere kirin ku wan gelek caran pêşiniyarên xwe pêşkêşî wan rêxistinan kirine, lê wan rêxistinan ti bersiv nedan wan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst