Prof. Dr. Alî Kemal Ozcan: Ev pêvajo ji destpêkê ve hatiye plankirin ku têk biçe

22 demjimêr berê
RÛDAW
Prof. Dr. Alî Kemal Ozcan û Hêvîdar Zana /Wêne: Rûdaw
Prof. Dr. Alî Kemal Ozcan û Hêvîdar Zana /Wêne: Rûdaw
Nîşan Prof. Dr. Alî Kemal Ozcan Abdullah Ocalan Pêvajoya Çareseriyê Pirsgirêka Kurdan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Prof. Alî Kemal Ozcan got, "Di bin navê lihevhatinê de ev kesayet dîsa li ser Ocalan hatin ferzkirin. Bi awayekî objektîf wisa xuya dike ku ev pêvajo ji destpêkê ve hatiye plankirin ku bimire. Daneyên li ber destê min vê yekê dibêjin."

Profesorê Beşa Sosyolojiyê ya Zanîngeha Munzurê Prof. Dr. Alî Kemal Ozcan ku sala 2013an çûbû Girava Îmraliyê û bi rêberê PKKyê Abdullah Ocalan re hevdîtin kiribû, gav û hewldanên dawî yên ji bo pirsgirêka Kurdanan nirxandin.

Prof. Ozcan bû mêhvanê Hêvîdar Zanayê û got ku wî berê jî gotibû ku muxatab Ocalan e.

"Ev kesayet ne Ocalan fam dikin û ne jî siyasetên dewletê fam dikin"

Prof. Dr. Alî Kemal Ozcan wiha axivî:

"Ez sala 2005an vegeriyam û 20 sal in bi hawar û gazî, eger rê hebe, wekî Don Kîşot dibêjim ku ji bilî Ocalan ti rêya din tune ye.

Pêvajoya ku dibêjin ya 2013-2015an e, di rastiyê de vedigere heta 2005an. Ez 5 sal di navbera 2010-2015an de fiîlî beşdarî vê pêvajoyê bûm. Min hem bi dewletê û hem jî bi aliyên rêxistinê re hevdîtin kirin.

Wê demê min got, yanî ev kar li ser Ocalan çareser dibe lê qet van kesan nexin navberê.

Dema ez dibêjim 'van kesan', min mebestên kesayetên qada legal in. Ne ji ber ku ez wan kesan pir xerab yan nerast dibînim.

Ji ber kesayetiya wan a çînî û awayê jiyana wan, ev kesayet ne Ocalan fam dikin û ne jî siyasetên dewletê fam dikin. Ez ji vê re dibêjim 'elîta deştê'. Ez 20 sal in vê elîtê ji nêz ve dişopînim.

Ne ji devkî û ne jî nivîskî ti carî derbarê analîzên Ocalan û ya ku ew jê re dibêjin paradigma de tiştekî negotine. Ji ber ku ev qada min a xebatê ye.

Eger hûn li ser tiştekî neaxivin û nenivîsin, yan hûn nizanin yan jî ne li gorî berjewendiyên we ye. Ez jî nizanim. Gelo nizanin? Yan ne li gorî berjewendiyên wan e?"

"Min gotibû van kesan nexin navberê"

Ew, dê dîrok ji me re nîşan bide. Ji ber ku ev bi niyetê ve girêdayî ye. Lê di encamê de bi awayekî objektîf ti gotinên van kesayetan ên nivîskî yan devkî yên ku paradîgma, proje û çareseriya Ocalan îfade bikin tune ne.

Wê demê min ji ber vê yekê ji dewletê re got ku van kesan nexin navberê. Ev kes dê kar ber bi têkçûnê ve bibin.

Eger bijartina wan jî be, yanî eger bi niyeta herî baş jî bin dê kar ber bi têkçûnê ve bibin ji ber ku pirsgirêkê nizanin.

Mînak, ev kesayet ne tenê Ocalan, di wateya gerdûnî de bi gotina Ocalan têkiliyên Tirk-Kurd, yanî pirsgirêk çi ye?

Beriya ku hûn çareseriyê pêşniyar bikin, divê hûn bibêjin pirsgirêk çi ye. Min heta niha rastî gotineke wan a ku bibêje pirsgirêk çi ye nehatiye û gel jî vê meraq dike.

"Kesayetên ku pirsgirêkê pênase nakin, yan nizanin pirsgirêk çi ye yan jî naxwazin bibêjin"

Dema min got van kesan nexin navberê, ew kirin serê kar. Heman kesayet... Ha Sirrî Sureyya û yên wekî wî.

Wê demê Hakan Beg li serê kar bû. Niha dîsa Hakan Beg e. Kesayetên ku dikevin navberê heman kesayet in.

Yanî kesayetên ku pirsgirêkê pênase nakin, yan nizanin pirsgirêk çi ye yan jî naxwazin bibêjin.

Li ser komeke wiha ji bo çareseriya pirsgirêkê tê xebitin. Ez ê çawa ji vê hêvîdar bibim yan çawa bi hêvî biaxivim?

Einstein beriya sed û çend salan ji me re gotiye ku heman tiştan kirin û li benda encamên cuda man bêaqilî ye."

"Ev kesayet li ser Ocalan hatin ferzkirin"

Ozcan diyar kir ku Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê ya ku ji Sirrî Sureyya Onder û Pervîn Buldan pêk tê, li ser Ocalan hatiye ferzkirin û wiha got:

"Ez nikarim li ser tiştên ku ez nizanim biaxivim. Eger hûn dîtina min bipirsin ev li ser Ocalan tên ferzkirin. Ji ber ku ez bi Ocalan re jî axivîm hûn dizanin.

Du rojan pê re axivîm. Du rojan bi wî re li ser wê axivîm ka ev fîgur çawa ew xapandine, çawa manîpule kirine û bi destê Ocalan çawa pêvajo têk birine.

Mixabin Abdullah Ocalan bi îmkanên xwe yên şexsî nikare biryara dawî bide. Eger na dê hevdîtin çênebûya. Bi îhtimaleke mezin di bin navê lihevhatinê de ev kesayet dîsa li ser Ocalan hatin ferzkirin."

"Xuya dike ku ev pêvajo ji destpêkê ve hatiye plankirin ku têk biçe"

Bi awayekî objektîf wisa xuya dike ku ev pêvajo ji destpêkê ve hatiye plankirin ku têk biçe. Dane ev in. Daneyên li ber destê min vê yekê dibêjin.

Di destpêkê de ez hinekî hêvîdar bûm ji ber ku destêwerdana Bahçelî di dîroka 101 salî ya komarê de cara yekem bû û min ev yek gelek caran jî anî zimên.

Ji roja ku ez hatim, min got her hewldana çareseriyê ya ku civaka neteweperest derdixe derveyî hesaban, dê ji destpêkê ve têk biçe.

Dema Bahçelî destê xwe avêt vê mijarê ez gelekî hêvîdar bûm. Lê min dît ku di destê Bahçelî de jî heman malzeme hene.

"Eger hûn van karan bi rêbaza rast nekin, hûn nikarin çareser bikin"

Ji bo ku Abdullah Ocalan tiştekî ji Kurdan bixwaze, divê ew dewletê bîne cihekî.

Ez ne bawer im ku dê pêşî tiştekî ji Kurdan bixwaze. Her wiha min sed caran got ku ev kar bi def û zirneyê çênabe.

Hinek pirsgirêk li ber çavê gel nayên çareserkirin. Ji ber ku dema aşpêj dikeve firinan, eger hemû karker jî bikevin hundir, nikare bike, ev jî wisa ye.

Hinek tişt di navbera dewlet û Ocalan de tên çareserkirin. Pişt re diçin gelê. Ez vê yekê ne bi wateya tiştekî ji gel veşêrim dibêjim.

Yanî ez ne ji bo ku tiştekî ji gel veşêrim dibêjim. Ji ber ku ev kar tenê Ocalan dizane, projeya çareseriyê ya Ocalan heye, paradigmaya çareseriyê ya Ocalan heye, teoriya çareseriyê ya Ocalan heye, pratîka çareseriyê ya Ocalan heye. Ji bilî wî ti kesî tune ye.

Aqilê di nav dewletê de jî mixabin ji ber hinek qelsiyên şexsî, bi taybetî wê kesayeta ku min ji Erdogan re gazin jê kir.

13ê Hezîrana 2019an li ber çavan, wê demê Hakan Beg bû, yanî li serê MÎTê bû, niha li serê Karên Derve ye.

Eger hûn van karan bi rêbaza rast nekin, malzemeya rast bi kar neynin, hûn nikarin çareser bikin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst