Parlamentera DEM Partî ya Şirnexê Newroz Uysal eşkere kir ku dê DEM Partî li ser pêvajoya çareseriyê bi partiyên Kurdistanî yên Bakurê Kurdistanê re bicive û got:
"Amedekariyek wisa rasterast heye ji ber ku îro partiyên Kurdî û Kurdistanî li ser vê pêvajoya çareseriyê helwesteke nerênî yan jî gotineke wan a veşartî nine. Îro her partiyeke Kurd ku li Tirkiyeyê siyasetê dike li ser çareserkirina Pisgirêka Kurd xwedî gotin, xwedî erk, xwedî sekin e."
Li ser pêwendiyên bi partiyên Herêma Kurdsitanê jî Newroz Uysalê wiha got:
“Niha ew şande tenê bo çûna Îmraliyê çêbûye. Ev şande hemû peywirên partiyê me, hemû karên partiya me, hemû têkiliyên me yên dîplomatîk, hemû têkiliyên me yên bi partiyan re wekî ku pîvanekê bidê ser milê xwe nîne.”
Hevdîtinên heyeta DEM Partiyê yên bi partiyên siyasî yên li Parlamentoya Tirkiyeyê re berdewam dikin.
Newroz Uysal li ser hevdîtinên heyeta DEM Partiyê û pêşhatên pêvajoya nû ji Rûdawê re axivî.
Parlamentera DEM Partî ya Şirnexê bersiv da pirsên pêşkeşkara Rûdawê Nalîn Hesenê.
Newoz Uysalê li ser pirsa "Gelo dê heyeta Îmraliyê biçe Rojavayê Kurdistanê?" jî wiha got:
“Li ser vê yekê îro ez bibêjim plansaziyek heye û hatiye diyarkirin tune ye lê rasterast ez bêjim ew yek wê qet çê nebe yan jî wê hebe. Aniha plansaziyeke wisa li pêşiya me tune. Ji ber ku niha îro destpêkek e. Îro pêvajoyek hatiye destpêkirin, lingê wê diyar in, mekanîzmaya we diyar e, muhatebê wê diyar in. Rasterast hîn em nehatin vê astê ku em bibêjin erê pêvajoyeke mayînde yan pêvajoyeke mekenîzmayeke diyar hatiye amadekirin û hatiye binavkirin.
Ev serdan destpêk e û amadekirin û li ser wê niha nikarin bibêjin erkekî wisa jî yan jî peywireke wisa nîne lê ev nayê wê wateyê ku di hevdîtinan de û di gotinan de û di hevdîtinê Îmraliyê de jî di hêvdîtinên desteya me de nayê wê wateyê ku rewşa Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê nemijar e. Ji ber ku heft xalên ku birez Ocalan parvekirine de jî xala rewşa Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê wekî xaleke diyar e ku hatiye axaftin. Hûn dizanin em li ber sînor demeke dirêjê di nobetê de ne û heftiya borî 3 çalakiyên giştî û bangewazî hatiye kirin me sekna DEM Partiyê sekna Gelê Kurd û gelên din ên li Tirkiye û Kurdistanê dijî me da diyarkirin.
Rewşa Rojavayê Kurdistanê mijareke sereke ye, mijareke ku gel dixwaze bibîne ku sekin û nêzîkatiya dewleta Tirkiyeyê bi Rojavayê Kurdistanê re di çi astê de be û ji bo vê jî çalakî û bangawaziya me berdewam dike”
Naveroka hevpeyvînê wiha ye:
Rûdaw: Heta niha civînên DEM Partî li gel aliyên siyasî çawa bûn û nerîna aliyên siyasî çi bûn?
Newroz Uysal: Civînên ku şandeya me piştî hevdîtina Îmraliyê ya li gel birêz Ocalan re kirîn, hem heft xalên ku ji raya giştî re hatine parvekirin, hem ji bo vê hevdîtina ku bi birêz Ocala re pêk hatine û li ser nîqaşên ka dê çareserî çawa be, pêvajo çawa biçe û aştî, bi çi awayî çêbibe, hemû alî cihê xwe digirin. Di nava wan heft xalan de yek ji wan girîngiya Parlamentoya Tirkiyeyê bû. Yanî hemû partî dê cihên xwe li wê derê de bigirin û îradeya xwe bidin xuyakirin.
Li ser vê naverokê danûstandin bi wan partiyên ku di meclîsê de û cihê wan heye hevdîtin tê kirin û têkilî hatine girêdan û hevdîtin hatin kirin û ev hevdîtin dê îro jî berdewam bike weke we jî di nûçeyên de anî ziman.
Rastiya xwe naveroka van hevîdtinan ji bo raya giştî wê weke daxuyanî bêne dayîn. Çûna şandeyê û naveroka civînên şandeyê piştî hevdîtin hemû bidawî bibin wê bi rayê giştî re bi daxuyaniyekê were parvekirin armanca çûna serdanê, serdanên ku tê kirin û axaftinên ku derbarê rewş û pêvajoya ku destpêkiriye yan ji hêviyên destpêkirinê derketinê holê de wê bi raya giştî re xal bi xal werê parvekirin.
Rûdaw: Baş e lê li gorî ku di nava partiya we DEM Partiyê de tê behskirin, encamên van civînan çi ne? Nêrîna wan aliyên siyasî yên ku hûn bi wan re civiyane li ser gotinên Ocalan çi ye?
Newroz Uysal: Doh berdevka partiya me jî di daxuyaniya xwe de anî ziman, hemû alî û partiyên ku îro li Tirkiyeyê siyasetê dikin, rewşa aborî, siyasî ya Tirkiyeyê dibînin. Li ser wê ev çûna şandeya me, hem ji bo pirs û wan nîqaşên ku bên kirin gaveke erênî ye. Hem piştî we hevdîtinê nîzîkatiyên wan partiyan diyalog tiştekî hewce ye û pêwîst e û pêwîst e ku Pirsgirêka Kurd çareser bibe, li ser vê her alî dê li gorî berpirsyariya xwe gavên xwe biavêje. Peyamên bi vî awayî bi giştî derketine pêş û bi awayekî erênî em van hevdîtin heta niha berdewam dikin.
Rûdaw: Îro DEM Partî dê bi CHPyê re bicive li parlamentoyê DEM partî dê ji mezintirîn partiya muxalefet ji CHPyê çi bixwaze?
Newroz Uysal: Daxwaza me ji hemû partiyan, belkî AKP û MHP ji ber ku desthilatdar in niha li Tirkiyeyê de û dewletê birêve dibin cihekê cuda digire. CHP jî ku partiya herî mezin a muxalefeta Tirkiyeyê ye cihê xwe digire û li ser wê tişta ku ji DEM Partî yan jî li ser çareseriya Pirsgirêka Kurd tişta ku ji wan bê xwestin, rasterast diyar e.
Li ser vê îhtîmala çareseriyê wekî îhtîmalekê were erêkirin, mezinkirin, xurtkirin û piştgirî bidin vê rewşê û cihê xwe û gotinê xwe û sekna xwe bi awayekî însiyatîf û erênî weke gotina birêz Oclan di peyama xwe de jî gotiye cihê xwe di pêvajoyê de bigirin û li nava parlamentoyê de hemû partî bi hev re bikaribin gavekê, nexşereyekê yan komîsyonekê ava bikin ji ber ku ev pêvajo bi awayekî giştî hemû siyaset cihê xwe bigire û cihê wê herî berfireh parlamento ye li wê derê cihê xwe bigirin, pirsên wan hebin û dê ji şandeyê bikin û dl rasterast bersiva wê bistînin. Tişta ku hatiye xwestin ew e ku li pêşiya çareseriyê wekî asteng na lê berovajiya wê ji bo civakê ji bo rastiya Tirkiyeyê û têkiliyên dîrokî de sûd jê wergirin, bi awayekî berpisiyareyekî dîrokî û bi gotin û kiryarên erênî ji bo vê rewş û têkiliyên ku hatî dayîn bidin.
Rûdaw: Aliyên Kurdistanî dixwazin şandeya we bi wan jî re bicive. Hûn dê bi aliyên Kurdistanî re bicivin?
Newroz Uysal: Bi awayekî niha li Amedê him li ser rewşa ku beriya ku şande herê li wê derê jî hinek daxuyanî hatibû dayîn û weke deklerasyonek hat ragihandin ku dive çareseriyek ji Pisgirêka Kurd re were dîtin û ev çareserî bi çareseriyeke mayînde demokratîk û bi zelalî were nîqaşkirin û nava wê çareseriya de ne tenê gelê Kurd li Bakur li tevahiya rewşa Kurdistanê bigirin dest û nêzîkatiya Rojava jî were guhertin û were diyarkirin.
Ev her du daxwaz bi hev re deklerasyonekê hatibû ragihandin û ev di heman demê de ji bo vê piştgiriya têkiliyên ku hatine dayîn ew têkiliyên ku li Îmraliyê dest pêkiribûn û dê îhtîmal bi paşerojê de ji berdewam bike dê çawa berdewam bike, ji bo wê piştgirî bû, ji bo naverok û dîtinên wê de wê têkilî û hevdîtin bi wan re jî were parvekirin.
Bi daxwaz û armanca serdanên vê şandeya me ya li parlamentoyê bi partiyên ku li wir hene ji bo ku gavên berpirsiyariya parlamentoyê di asta yasayî û asta mafdayînê nîqaşê li ser avakirina komîsyonêkê were kirin û civak were amadekirin, bi awayekî zemîna vê amadehiya civakê were kirin û ev dibe destpêkek.
Rûdaw: Hûn dê serdana partiyên Kurdistanî jî li Bakurê Kurdistanê bikin?
Newroz Uysal: Amedekariyek wisa rasterast heye ji ber ku îro partiyên Kurdî û Kurdistanî li ser vê pêvajoya çareseriyê helwesteke nerênî yan jî gotineke wan ya veşartî tune. Îro her partiyeke Kurd ku li Tirkiyeyê siyasetê dike li ser çareserkirina Pisgirêka Kurd xwedî gotin, xwedî erk, xwedî sekin e.
Ev partiyên ku hevdîtin bi wan re tê kirin yan pirsên wan hene yan jî di pêvajoyê de helwestek an gotin an nexşereyeeke wan a zelal nîne, yanî li ser vê rewşê ye.
Tevlîkirina wan partiyan hatiye armanckirin. Îro tu ji kîjan Kurdekî bipirsî, tu ji kîjan partiyeke Kurd bipirsî, li ser pêvajoya çareseriyê yan jî li ser çareseriya meseleya Kurd gotineke neyînî yan helwesteke wan a neyînî tune lê berovajî bi awayekî erênî gotinên wan hene û gelek ji wan xwedî nexşare û xwedî pêşniyaz in.
Rûdaw: Şandeya we dê serdana Rojavayê Kurdistanê bike, dê bi Rêveberiya Xweser re bicive yan jî pêwendiyên we hene?
Newroz Uysal: Li ser vê yekê îro ez bibêjim plansaziyek heye û hatiye diyarkirin tune ye lê rasterast ez bêjim ew yek wê qet çê nebe yan jî wê hebe. Aniha plansaziyeke wisa li pêşiya me tune. Ji ber ku niha îro destpêkek e. Îro pêvajoyek hatiye destpêkirin, lingê wê diyar in, mekanîzmaya we diyar e, muhatebê wê diyar in.
Rasterast hîn em nehatin vê astê ku em bêjin erê pêvajoyeke mayînde yan pêvajoyeke mekenîzmayeke diyar hatiye amadekirin û hatiye binavkirin. Ev serdan destpêk e û amadekirin û li ser wê niha nikarin bibêjin erkekî wisa jî yan jî peywireke wisa nîne lê ev nayê wê wateyê ku di hevdîtinan de û di gotinan de û di hevdîtinê Îmraliyê de jî di hêvdîtinên desteya me de nayê wê wateyê ku rewşa Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê nemijar e.
Ji ber ku heft xalên ku birez Ocalan parvekirine de jî xala rewşa Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê wekî xaleke diyar e ku hatiye axaftin. Hûn dizanin em li ber sînor demeke dirêjê di nobetê de ne û heftiya borî 3 çalakiyên giştî û bangewazî hatiye kirin me sekna DEM Partiyê sekna Gelê Kurd û gelên din ên li Tirkiye û Kurdistanê dijî me da diyarkirin. Rewşa Rojavayê Kurdistanê mijareke sereke ye, mijareke ku gel dixwaze bibîne ku sekin û nêzîkatiya dewleta Tirkiyeyê bi Rojavayê Kurdistanê re di çi astê de be û ji bo vê jî çalakî û bangawaziya me berdewam dike.
Rûdaw: Têkliyên we û şandeya we bi aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê çêbûye?
Newroz Uysal: Niha ew şande tenê bo çûna Îmraliyê çêbûye. Ev şande hemû peywirên partiyê me, hemû karên partiya me, hemû têkiliyên me yên dîplomatîk, hemû têkiliyên me yên bi partiyan re wekî ku pîvanekê bidê ser milê xwe nîne.
Rûdaw: Ji bo ku hûn encamên civînên xwe bi aliyên siyasî gutûbêj bikin hûn dê Başûrê Kurdistanê ziyaret bikin ?
Newroz Uysal: Em nikarin barekî wisa daynin ser milên şandeya xwe ji ber ku rast e ew şandeya ji bo çûna Îmraliyê hatiye hilbijartin. Têkiliyên partiya me di gelek astan de di asta dîplomatîk û di asta siyasî de li gel parçeyên din ên Kurdistanê û li ser asta navneteweyî de jî hene û ev têkilî diyar in. Hewce nake ku şandeya me rasterast bikaribe van têkiliyan pêk bîne yan jî wekî berpirsyar bê dîtin
Rûdaw: Kî û dê kengî peyama Ocalan dibe Qendîlê DEM Partî yan dewlet bi xwe?
Newroz Uysal: Niha hûn jî dişopînin, ew kesê ku li me temaşe dikê jî dişopîne, ez dîsa dubare dikim, ev destpêkek e û di nava vê destpêkê de hîn mekanîzmayeke bi wî awayî nehatiye amadekirin, peyama ku birêz Ocalan di heft xalan de ji raya giştî re hatiye parvekirin diyar e. Niha tiştê wisa hîn nehatiye
Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan: Diyalog hewce û pêwîst e
— RudawKurdi (@RudawKurdi) January 7, 2025
🎙️ Di 7 xalên ku Birêz #Ocalan diyar kirine de Sûriye û #Rojava jî hene
🎙️ Hevdîtinên heta niha erênî ne
🎙️ #DEMPartî dixwaze hemû alî di vê pêvajoyê de cihê xwe bigirin û nebin asteng
🎙️ Em… pic.twitter.com/Wt1nYe9utZ
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse