COLEMÊRG - Geştyar berê xwe didin Navenda Kaşûnê ya Mêrga Botanê

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê geştyar ji bo bêhnvedanê berê xwe didin Navenda Kaşûnê ya Mêrga Botanê.

Navenda Kaşûnê ya Mêrga Botanê ji asta deryayê 2 hezar û 800 metreyî bilind e û ji navenda Colemêrgê 12 kîlometreyan dûr e.

Piştî barîna berfeke zêde navendê geştyar pêşwazî kirin.

Rêveberê Saziya Ciwanan û Werzişê ya Colemêrgê Emîn Yildirim got:

“Daxwazeke zêde li ser heye. Bi taybetî ji bajêr, navçe û gundan, ji bajarên derdorê û bajarên din ên Tirkiyeyê daxwazeke zêde heye.

Bi destûra Xwedê em dê hefteya bê otela xwe ya kaşûnê jî vekin.”

Geştyarê ji Şirnexê Mehmet Gokçe jî anî ziman:

“Em bi xwe werzişvanên raftîngê ne. Em her sal bi hevalên xwe re bi taybetî rojên Şemî û Yekşemê tên vê derê kêfê ji kaşûnê werdigirin.

Em we hemûyan vedixwînin vê derê, bi mirov û xwezaya xwe cihekî nuwaze ye.”

Li vê navendê oteleke 120 odeyî û restorantek heye, di heman demê de bi hezaran kes dikarin li vê derê kaşûnê bikin.

Qada kaşûnê ya navendê nêzîkî 11 kîlometreyan dirêj e, bi barîna yekem re berfa salê heta meha nîsanê geştyar dikarin biçin wê navendê.

“Ji bo nehiştina stresa ezmûnan gelekî baş e”

Xwendekara zanîngehê Zeynep Zayciyê got:

“Pir xweş e, bi rastî ji bo nehiştina stresa ezmûnan gelekî baş e. Em bi hevalên xwe re hatin û me demên xweş derbas kirin.

Kaşûn çalakiyeke pir xweş e. Em dê bistekî din li teleferîkê siwar bibin. Hekarî cihekî pir xweş e.”

Ev navend heta niha projeya werzişê ya herî mezin a Colemêrgê ye, di rojên betlaneyê yê dawiya hefteyê de herî kêm hezar kes berê xwe didin wir.

Colemêrg yek ji bajarên herî sar ên Bakurê Kurdistanê ye û li herêmên bilind stûrbûna berfê digihêje 5 metreyan.

Tevî zehmetiya demsala zivistanê, xelkê Colemêrgê ji hebûna vê navenda werzişê kêfxweş in û hêvî dikin hejmara wan zêdetir bibe.