RIHA - Dayika Murat Karayilan koça dawî kir

Hewlêr (Rûdaw) - Dêmariya Endamê Rêveberiya PKKyê Murat Karayilan, Hedlê Karayilan li navçeya Bîrecikê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê koça dawî kir.

Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand, "Dayika endamê me yê Meclîsa Şaredariya Bîrecikê Bozan Karayilan, Hedlê Karayilanê wefat kiriye."

Bozan Karayilan û Murat Karayilan birayê hev in.

Derbarê sedema wefata Hedlê Karayilanê de ti agahî nehatine belavkirin.

Hedlê Karayilan îro piştî nimêja nîvro dê li gundê xwe yê ser bi Bîrecikê ve were veşartin.

Dayika Murat Karayilan Zeynep Karayilan sala 2005an canê xwe ji dest dabû.